Kovara POPKURDê hejmara xwe ya 10an derxist

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmara 10an a Kovara kultura populerê POPKURDê wek dijîtal hate weşandin.

E-Kovara POPKURDê di Gulana 2018an da bi hejmara xwe ya ewil daxilî cîhana kovargerîya Kurdî bû û li ser edebîyat, sînema, şano, muzîk, futbol û tîştên derbarê populer kultur a Kurdan da radiweste û xwînerên xwe bi perîyodîkên cuda û bi hejmar û naverokên têr û tije agahdar dike.  

Di qapaxa jimara nû da, hevpeyvîna li gel hunermenda bi nav û deng Zara cih digre. Zara, li ser huner û muzîka xwe û li ser projeyên xwe yên nû gelek agahîyan ji bo xwînerên POPKURDê vedibêje.

Di beşa POPPIRSê da karsaz û aktîvîsta Kurd a ji Qazaxistanê Narîn Nadîrova bersiv dide pirsên klasîk ên POPKURDê.

Her wiha di vê hejmarê da POPKURD bi çend dosyayên wek, “Xerîteya Navdarên Kurd-Navdarên Kurd li ku derê dijîn? û dosyaya sînemager Armanc Dayan a bi navê “Derhênerên Me Niha Çi Dikin? Ku bi 9 derhênerên Kurd ra hatine kirin cih digrin.

Her wiha di hejmara nû da, beşên wek “Rapbêjên Kurd Dipeyivin”, “Jenerasyona Z’yê; Ew Jenerasyona Meşhûr”, nivîsa Rodî Ekinci û Wedat Akdaş a bi sernavê, “Çi ye Ev Metaverse!? “, û dîsa wek her hejmarê beşa “Me ji 10 Kesan Pirsî” jî cih digre. Di beşa “Me ji 10 Kesan Pirsî” de pirs jî ev e, “Yekem Berhema Te Bi Kurdî Xwend Kîjan Bû? Te Çi Hîs Kir?”

Li ser navê edîtorên kovarê Mistefa Dogan, Ömer Sonmez û Leyla Ozkaplan nivîsekê edîtorî hat belav kirin. Di nivîsa edîtorî da wiha tê gotin:

“Merheba xwînerên me yên delal. Piştî navberekê POPKURD bi hejmara xwe ya 10em li ber we ye. Heta ji me hat me xwest naverokeke rengîn û zengîn amade bikin. Em hêvîdar in kêfa we jê re were. Kerem bikin.”

Ji bo jimara 10an a kovarê hûn dikarin li vir bitikînin