Mihemed Helbûsî serdana Tehranê kir

Li gor ragihandinê, di çarçoveya bernameya serdana xwe de dê ligel Serokomarê Îranê Îbrahîn Reîsî û hejmarek rayedaran hevdîtinan bike.

Navenda Nûçeyan (K24) -  Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî îro çarşemê 27ê Nîsana 2022yan serdana Tehranê kir.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand, Mihemed Helbûsî tevî şandeke parlamentoyê, îro çarşemê gihîşte Tehrana paytexta Komara Îslamî ya Îranê.

Hat diyarkirin ku serdana  Helbûsî li ser vexwedina fermî ya Serokê Encûmena Şûra ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf bûye.

Li gor ragihandinê, Mihemed Helbûsî di çarçoveya bernameya serdana xwe de dê ligel Serokomarê Îranê Îbrahîn Reîsî û hejmarek rayedaran hevdîtinan bike.