"Em çaverê ne ku Serokomar Erdogan di Gulanê de serdana Diyarbekirê bike"

Serokê Rêxistina Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) yê Diyarbekirê Mihemed Şerîf Aydin got; ew çaverê ne ku di meha Gulanê de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan serdana Diyarbekirê bike.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Serokê Rêxistina Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) yê Diyarbekirê Mihemed Şerîf Aydin got; ew çaverê ne ku di meha Gulanê de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan serdana Diyarbekirê bike.

Li gorî gotinên Aydin, hevdîtina endamê Lijneya Rêveber û Biryardar ya AK Partiyê (MKYK) Abdurrahman Kurt ya bi nûner û rêveberên partî û rêxsitinên civaka sivîl yên Kurd re amadekariyeke di çarçoveya serdana Erdogan de ye.

Serokê Rêxistina AK Partî yê Diyarbekirê Mihemed Şerîf Aydin, li Diyarbekirê di bernameyeke fitarê ya partiya xwe de axivî û got; armanca wan ew e ku ji bo başkirina şert û mercên jiyana welatiyan û biratiyê xebatên xwe berdewam bikin.

Li gorî Aydin, ji bo çareserkirina pirsgirêkan kîjan alî û kes dikare çi bike, kîjan projeyan amade bike ew vê yekê gotûbêj dikin. Aydin dibêje; ew dixwazin piştî gotûbêjan bi aliyên berfireh re van pirsgirêkan bibin ber destê rayedarên Enqere û li riyên çareseriyê bigerin.

Endamê Lijneya Rêveber û Biryardar ya AK Partiyê û parlementerê berê yê Diyarbekirê Abdurrahman Kurt, di rojên borî de li Diyarbekirê bi nûnerên hin partî û rêxistinên kurdî re hevdîtinek pêk anîbû û mijarên derbarê pirsgirêka kurd gotûbêj kiribû.