Melayê Kurd Muhsîn Kara di pêşbirka bangdayînê de bû yekemînê cîhanê

Muhsîn Kara ku ji navçeya Erdîş a Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye, ji Kurdistan24ê re behsa çîroka serkeftina xwe dike.
kurdistan24.net

Dîlok (K24) - Yekemînê Pêşbirka Bangdayina Herî Xweş a Cîhanê ya 2022an Mele Muhsîn Kara ji bo Kurdistan24ê axivî û got; ew ji zarokatiya xwe ve hewl dide ku bangî xweş bixwîne. Ew dibêje; bangdayîna xweş jî hunerek e û bi vê hunerê mirov dikare xwe bigihîne mirovan.  Mele Muhsîn Kara ê ji Erdîşa Wanê ji bo Kurdistan24ê behsa çîroka serkeftina xwe dike.

Li Erebîstana Siudiyê di mehên derbasbûyîn de pêşbirka xwendina herî xweş ya Qurana Pîroz û bangdayîna herî xweş a cîhanê hat lidarxistin. Ji 80 welatan 42 hezar kesan serî li pêşbaziyê dabûn. Ji wan Mele Mushîn Kara ê ji navçeya Erdîş a Wanê bû Yekemînê Pêşbirka Bangdayina Herî Xweş a Cîhanê ya 2022an.

Pêşbirk ji aliyê televîyoneke Siûdî ve hat lidarxistin û xelata wê bo kesê yekemîn 2 milyon Riyal, ango 533 hezar Dolar bû. Dema ku di pêşbirkê de bangî dixwîne bi dengê xwe bandorê li hin endamên juriye  jî dike û hêstir ji çavên wan diherikin. Mele Mushîn Kara piştî ku bû yekemîn li Tirkiye û cîhanê deng veda û niha bajar bajar digere û beşdarî bernameyan dibe.  Li Dîlokê ji Kurdistan24ê re axivî û got; ew ji nav 42 hezar kesan hat hilbijartin û ev yek ji bo wî şanazî ye.

Mele Muhsîn Kara diyar kir: “Bangdayîna herî xweş jî hunereke û bi vê hunerê mirov dikare xwe bigihîne hemî mirovatiyê. Ev di heman demê de şiyareke îslamê ye jî. Ji zarokatiya xwe ve ez beşdarî gelek pêşbirkan bûme. Min di 2019an de danasîna vê pêşbirkê dît û min serî lê da. Ji beriya du mehan em çûyîn Erebistana Siûdî û elhemdûlîlah Xwedê kir nesîb ku em bûn yekemîn. Ji 80 welatan 42 hezar kesan serî li pêşbirkê dayîbûn. Em 18 rojan li Erebistana Siûdî man, min ji kelecanê 6-7 kîlo da.”

Muhsîn Kara ji navçeya Erdîş a Wanê ye. Ew 7 xwişk û bira ne. Di malbata wî de çar hafiz hene. Piştî ku demekê li Wanê perwerdeyê dibîne koçî bajarên wekî Stenbol, Dîlok û Sêwazê dike û 2 salan jî li Zanîngeha Ezher a Misrê perwerdê dibîne.  Ew dibêje; berê wî kurdî nedizanî dûv re ji xwe re dibêje madem ku ew jî ewladekî vê herêmê ye divê hînî kurdî jî bibe. Erebî û tirkî dizane û dikare Osmanî jî bixwîne. Mele Muhsîn Kara li Sêwazê niştecih e, melayê Mizgefta Ravza ya navçeya Şarkişla ya Sêwazê ye.

Kara destnîşan dike: “Heger mirov bixwaze dikare gelek serkeftinan bi dest bixe. Lê ji bo vê yekê divê mirov bixebite. Divê niyeta mirov paqij be, heger mirov bi niyeteke paqij bang bide ez bawerim dê xwe bigihîne dilê hemû mirovan. Serokomarê me birêz Recep Tayîp Erdogan, serkeftinên navneteweyî pîroz dike û piştgiriya wan dike. Ji bo serkeftineke wiha pîroz jî li me geriya û hin şîret li min kir.  Ez kurdî dizanim lê min ewil kurdî nedizanî. Min ji xwe re got madem ku ez jî ewladekî vê herêmê me divê ez vî zimanî jî bizanim. Ez ji bilî tirkî erebî jî dizanim û dikarim bi nivîsên osmanî bixwînim.”

Mele Muhsîn Kara, di heman demê de muzîkjen e jî, klîban tomar dike û îlahiyan dixwîne. Ew dibêje projeyeke wan heye ku li 7 herêman 7 bangan li gorî devoka wê herêmê bixwîne.  Mele Muhsîn kara, heta dawiya Remezanê jî dê bajar bajar bigere û beşdarî bername û çalakiyên remezanê bibe.