Encûmena Wezîran çend pirsên girîng gotûbêj dike

Encûmena Wezîran li ser pirsgirêk û astengiyên rewşa elektirîkê û pêşniyarên wezaretê gotûbêjan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

Di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî kurteyek derbarê serdana fermî ya şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Brîtanyayê, pêşwazîlêkirina li wê li ser asteke bilind û civînên wê ligel Serokwezîrê Brîtanyayê, Wezîrê Derve, Navxwe, Berevanî, Enerjî, Perwerde û berpirsên din ên wî welatî pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê da, di hemû civîn û hevdîtinan de, serokwezîr û berpirsên din ên Brîtanyayê, amadehiya xwe ji bo pêşvebirina pêwendiyan, piştevanî û hevahengiya ligel Herêma Kurdistanê di warên cuda de nîşan dan. Bi wê arasteyê jî Encûmena Wezîran wezaretên xwe raspardin ku li gor taybetmendiyên xwe, pêdaçûnên pêwîst ji bo ew dosyayên ku di serdana fermî ya bo Brîtanyayê de guftûgo li ser hatine kirin, bikin. Ji bo vê mebestê jî, Sekreteriya Encûmena Wezîran, Fermangeha Pêwendiyên Derve û Fermangeha Hevahengî û Pêdaçûn bi hevahengiya di navbera wezaratan de raspardin, bi arasteya sûdwergirtin ji wan derfetên ku encamên wê serdanê bûne bo Herêma Kurdistanê.

Di xala duyem a rojeva civînê de, projeyasaya (desteya bawerbexşîna bi sazî û bernameyan bo perwerde û xwendina bilind li Herêma Kurdistanê) hat pêşkêşkirin ku armanc dike standardên guncaw ji bo pejirandina saziyên perwerdehiyê bi riya saziyeke serbixwe ku dê şûna wezaretan negire destnîşan bike, belkû ew ê piştgiriyê bide xebata wezaretan di pêkanîna standardên bawerbexşînê yên bi standardên navneteweyî, da ku kalîteya akademîk û zanistî ya bilind birêve bibe, bi organîzekirina mekanîzmayên pratîkî ji bo piştgirîkirina wezaretên Perwerde û Xwendina Bilind, zêdekirina karînên mirovî û pêşxistina bernameyên perwerdehiyê li Herêmê.

Xala sêyem ya civînê, taybet bû bi pêşkêşkirina rewşa elektirîkê li Herêma Kurdistanê di rûyê pêşveçûn û astengiyan de û pêşniyazên Wezareta Elektirîkê bo baştirkirina xizmetguzariya elektirîkê û projeyên elektirîkê, bi taybet ku ji werzê Havînê nêzîk dibin ku raportek ji aliyê Wezîrê Elektirîkê Kemal Salih hatiye pêşkêşkirin ku tê de koma elektirîka bi megawat li wîstgehan hatiye berhemanîn û dabeşkirina wan li ser bajaran û demjimêrên dana elektirîkê bo welatiyan û projeyên Wezareta Elektirîkê bo berhemanîna elektirîkê bi awayekî zêde ronî kiriye. Di dawiyê de jî, astengiyên li pêş wezaretê, ligel pêşniyarên pêwîst ji bo çareserkirina wan pêşkêş kirin.

Encûmena Wezîran, wezaretên pêwendîdar yên samanên xwezayî, Plandanan, Darayî, Aborî, Çandinî û Çavkaniyên Avê raspardin ku hevahengiyên pêwîst ligel Wezareta Elektirîkê bikin, ji bo baştirkirina xizmetguzariya elektirîkê.

Di dawî xala civînê de, Encûmena Wezîran ji bilî pîrozbahiya bi boneya nêzîkbûna Cejna Remezanê ya pîroz, biryar da hefteya bê ji roja 1/ 5 hata 5/5/2022an li sazî û dezgehên hikûmî yên Herêma Kurdistanê betlaneya fermî be.