Buhayê şekiran di salekê de 4 qatan zêde bûye

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarekirê bi nêzîkbûna Cejna Remezanê bazaran de jî hatço zêde dibe ku yek ji wan jî bazara şekirên cejnê ne. Welatî ji bihayan bi gilî ne û esnaf jî dibêjin ew neçar mane bihayan bilind bikin û kîloya şekirê herî erzan navbera 20-30 lîreyî de ye.

Di 2 salên dawîn de ji ber Vîrusa Koronayê cejn di nava bergirî û rêkaran dihatin pêşwazîkirin, lê îsal her çiqas bergirî û rêkar nebin jî vê carê qeyrana aboriyê bandora xwe li cejnê dike. Bi nêzîkbûna Cejna Remezanê kuçe û kolanên Diyarbekir de amadekariyên cejnê xwe didin der û welatî bo danustana cejnê berê xwe didin bazarê. Yek ji bazarên hatço lê heye jî bazar şekirê cejnê ye. Esnaf dibêjin ew neçar mane bihayan bilind bikin. Esnafê Sûrê Tayfun Ozer dide zanîn ku hatço heye lê welatî wek berê danûstanê nakin.

Esnaf Tayfun Ozer got: “Sala borî erzan bû lê îsal hinek biha buye lê dîsa jî millet distîne, korona qediya, inşallah wê herkes were, 3 sal in min destê dayîka xwe maç nekiriye, îsal ezê şekirê xwe bistînim û biçim. Sala borî kîlo 23 bû, îsal 38 e, 15 lîre jî hatiye ser şekir.”

Pirraniya welatiyên ku bo Cejna Remezanê berê xwe dane bazarê ji bo ku şekirê cejnê bistînin an dest vale vedigerin an jî li gorî sala borî nîve nîv danustanê dikin. Welatî dibêjin her ku diçe rewşa wan xiraptir dibe û êdî nikarin bo rojên teybet amadekariyê bikin.

Welatî: “Lêçûna cejnê gelek zêde ye, her tişt biha ye, zam hatiye ser her tiştî, em nikarin bistînin. Me tiştek jî nestand.”

Welatî: “Rewş xedar e, min 3 kîlo kirrî, her sal min 6 kîlo dikirrî, îsal min 3 kîlo kirrî, roj ji roja din xeraptir e.”

Welatî: “Her sal em di zirarê de ne. Sal bi sal xwezî bi par. Gora her sal nîve nîv danûstana me dadikeve.”

Ji ber ku bihayê şekir din ava salekê de 4 qat zêde bû vê yekê bandora xwe li bazara şekirê cejnê jî kir û esnafên ku salên borî 10 ton şekirê cejnê distandin îsal 200 kîlo distînin. Şekirê cejnê yê kiloya wê sala borî navbera 13-15 lîre de bû îsal 60 lîre ye lê ji bo ku were firoştin jî esnaf bihayê wê heta 50 lîreyî jî dadixe.