Welatiya Ukreynî: Ez ji Kurdistan û Ukreynayê re aştiyê dixwazim

kurdistan24.net

Kîev (K24) – Welatiya Ukreynî Lesia Gerasîmenko dema behsa welatê xwe yê hilwaşiyayî dike ji bajarokê Îrphînê diyar dike ew ji Kurdan wekî civaka Ukreynî gelekî hez dikin. Çarenûsa Kurdan jî wekî ya Ukreynayê ye û her di binê gefan de ne û welatê Kurdan jî her tê topbarankirin. Welatiya Ukreynî hem ji bo welatê xwe û hem jî ji bo Kurdistanê aştî û azadiyê dixwaze. 

Şerê li Ukreynayê di 24ê Sibatê de dest pê kir û di nava 2 rojan de Artêşa Rûsyayê xwe gihande heta peytaxta wê Kîevê. Îrphîn yek ji wan bajarokan e ku Artêşa Rûsyayê ketibûyê û şerê mezin lê da bû despêkirin. Hemû bajarok hilweşiya ji bêhna barûdê pêştir tiştekî din nemabû di kolanên wê de. Lesîa Gerasîmenko jineke 67 salî welatiyeke Ukreynî ku li Îrpînê dijî, ji roja ku şer dest pê kir heta dawiyê ji bajarokê xwe derneketiye dema behsa wan rojan dike kelogirî dibe û dibêje, wê heta niha tirseke wisa mezin neditîbû. 

Welatiya Ukreynî Lesîa Gerasîmenko ji K24ê re got: “Ez hîç derneketim ji Îrphînê. Tanqên Rûsyayê, li nav vê daristana hûn dibînin 50 metro li durahiya me bûn. Bi rojan ji wir top diavêtin. Li nêzî me gundekî bi navê Romanîvka heye. Xelq di wî gundî re reviyan rexê Buça û Gostomelê. Ji ber ku pir hatibû teqandin jî di nava avê de derbasî wî aliyî bûn. Yên karin derkevin sax filitîn. Bordûmana ku bi rojan û hefteyan berdewam kir ya asîmanî û topavêjên ser erdê ez nizanim çawa bêjim tirseke wisa me nedîtibû heta niha.”

Lesîa Gerasîmenko li aliyekî welatê wê Ukreyna tê dagirkirin, her roj di bin topbaranê de stara canê xwe dike li aliyê din jî bi rêya radyoyê dinyayê dişopîne û dibêje; ‘min di radyoyê de guhdarî kir ku Kurdistan jî tê topbarankirin. Çarenûsa me û Kurdan wekî hev e; ew jî em jî her di bin gefande ne, kes azadiya me naxwaze.’   

Lesîa Gerasîmenko dibêje: “Min di radyoyê de lê guhdarî kir ku Tirkiyê li Kurdistanê jî dest bi şer kiriye. Ev agahî çiqas rast e ne rast e nizanim. Ez gelekî ji gelê Kurd hez dikim. Şer tiştekî tirsnake û hêvîdar im ev agahî ne rast be. Ez dizanim Kurd li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê ne. Herwiha ya ku ez pê dizanim rewşa wan jî zêde nebaş e. Êş û janên wan hene û çarenûsa wan jî wek ya me ye. Her di bin gefan de ne. Mîsyonerên me yên demekê li axa Kurdistanê digeriyan piştî vegerê diyarkirin ku li ser axa Kurdistanê Kurdên Krîstiyan jî hene. Ukreyna ji dil û can pêşwaziyê li hemû gelê Kurd dike. Em gelek xemgînin ji ber cihê lê şer heye ku mirov rûbirûyî êş û janan tên. Ez ji Kurdistanê re aştiyê dixwazim. Bila aştî pêk bê û mirov nekevin nava êş û azaran. Ez dixwazim mirov bi azadî bijîn, ne bi tirs û xofê.”

Lesîa Gerasîmenko her çiqas nizanibe bê wê ji ku dest pê bike jî, dixwaze wan hêvî, xewn û wan xeyalên xwe yên hilweşiyaye ji nû ve ava bike. Ew dixwaze careke din zarok û neviyên xwe yên ku şandiye Ewrûpayê vegerin Îrphîna hilweşiyayî û ji nû ve li wan kolanan bibezin û lîstikên xwe bilîzin.