Li Stenbolê mezintirîn sifreya fitarê ya cîhanê hat danîn

Bi dirêjahiya 2 kîlometre û ji bo 50 hezar kesî sifreya fitarê ji hêla şaredariya Uskudarê ve hat amadekirin.
author_image Ercan Dag
kurdistan24.net

Stenbol (K24) - Li Stenbolê mezintirîn sifreya fitarê ya li cîhanê hat amadekirin. Şaredarê Uskudar a Stenbolê ku ev sifreya dirêj danîne ragihand, 80 hezar kes hatin, bi hev re fitara xwe kirin û ev rekoreke cîhanê ye.

Piştî roj diçe ava û mele bo fitarê bang dide bi deh hezaran kes ku li ber ava Salacaka Stenbolê kom bûne bi hev re fitara xwe dikin.

Bi dirêjahiya 2 kîlometre û ji bo 50 hezar kesî sifreya fitarê ji hêla şaredariya Uskudarê ve hat amadekirin. Lê kesên hatin ji ya plankirî zêdetir bû. Li gor şaredarê Uskudarê ev sifreya herî mezin a fitarê ya cîhanê ye.

Şaredarê Uskudarê Hîlmî Turkmen diyar kir: “Niha 80 hezar kes hatine vê derê û bi hev re fitara xwe dê bikin. Bi vê hejmarê me mezintirîn sifreya fitarê ya cîhanê saz kir û ev rekorek e. Ne tenê ji navçeyên Stenbolê ji gelek welatên derveyî Tirkiyê jî gelek kes beşdarî fitara vêderê bûne. Em şanaz in ku pêkhateyên ciyawaz ên civakê li derûdora sifreyekê kom bûne.”

Qelebalix her diçû zêdetir bû ku maseyên hatibûn danîn tev tije bûn, piştî banga azanê jî ji gêncan bigirin heta pîr û kalan gelek kes li pey hev rêz bûn da ku xwarina fitarê bixwin.

Welatiyekê diyar kir: “Gelek kêfxweş im ku li vir bi gelek kesan re fitara xwe dikim. Li cîhekî wiha xweş ev bername hatiye amadekirin û em pê dilxweş in.”

Herwiha welatiyekî din jî destnîşan kir: “Em spasiya wan kesan dikin ku karekî wiha bi xêr pêk anîne. Bi rastî jî dîmeneke xweş û ciyawaz li vir heye.”

Ev girseya mezin ku tê de gelek kesên zehmetiyên maddî dikêşin jî hebûn, wek nîşaneya encama bihabûna jiyanê ya vî welatî jî tê dîtin.