Li Tirkiyê mamosteyek ji ber axaftina bi zimanê Kurdî hat cezakirin

Ji ber axaftina bi zimanê Kurdî, ji dibistana xwe bo dibistaneke din hatibû veguhestin, niha jî ji ber heman mijarê bi birrîna mûçeyê, hat cezakirin.
Mamoste Hudaî Morsumbul
Mamoste Hudaî Morsumbul

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Akdenîz a ser bi bajarê Mêrsînê yê Tirkiyê beriya çend hefteyan mamoste Hudaî Morsumbul ji ber axaftina bi zimanê Kurdî, ji dibistana xwe bo dibistaneke din hatibû veguhestin, niha jî ji ber heman mijarê bi birrîna mûçeyê, hat cezakirin.

Mamosteyê zimanê Tirkî Hudaî Morsumbul beriya niha bi hinceta ku bi xwendekarên xwe re bi zimanên Kurdî û Erebî axiviye û xwendekarên xwe han daye ku dersa bijarte ya zimanê Kurdî hilbijêrin, ji aliyê Rêveberiya Perwerdehiya Mêrsînê ve, ji Dibistana Ulubatli Hasan bo Dibistana Yenîtaşkent Yusuf Bayik hatibû sirgûnkirin.

Niha jî ji aliyê Rêveberiya Perwerdehiya Navçeya Akdenîzê ve jê re hat ragihandin ku ji ber heman mijarê, bi birrîna beşek ji mûçeya wî hatiye cezakirin.

"Bi îdiaya ku ez Kurdî fêr dikim, derbarê min de gilî hatine kirin"

Hudaî Morsumbul li ser vê mijarê ji K24ê re diyar kir: “Ev ceza ku 7 meh in berdewam e, ji ber fêrkirina zimanên Erebî û Kurdî bi ser min de hat sepandin. Piştî ku ev ceza hat cîbicîkirin, heman kes zimanê Erebî derxistiye û tenê bi îdiaya fêrkirina zimanê Kurdî car din gilî kiriye û xwestiye ku ez werim darizandin û ji kar werim dûrxistin. Ango lêkolîn li ser îdiayên fêrkirina zimanên Erebî û Kurdî hatine kirin, delîlên wê hatine dîtin, ji ber vê yekê jî cezayê birrîna mûçeyê ji min re hatiye dayîn. Lê belê niha, ne ji ber zimanê Erebî, tenê ji ber îdiaya fêrkirina zimanê Kurdî gilî hatiye kirin. Ev jî nîşan dide ku ji bilî zimanê Kurdî, hemû zimanên din di kîjan dersê de dibe bila bibe, dikarin werin fêrkirin, lê tenê zimanê Kurdî bi awayê reftara nijadperestî weke sûc tê dîtin.”