Li Diyarbekirê panela "Sê Stêrkên Rojhilat" hat lidarxistin

Behsa jiyan û berhemên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran hat kirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekir panelek bi navê 3 Stêrkên Rojhilatê hat lidarxistin ku behsa jiyan û berhemên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran hat kirin. Di panelê de akademîsyenan bal kişandin rabirdûya wêjeya Kurdan û bang kirin ku divê nifşê nû navdarên xwe baş bizanin.

Di çarçoveya xebata Baskên Rojhilat ya bi hevkariya Wezareta Çand û Geştiyariya Tirkiyeyê, Parêzgariya Diyarbekir û TRTê tê amadekirin de Panela bi navê Sê Stêrkên Rojhilat a ji bo danasîna Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran hat lidarxistin. Di panelê de ji helbestên navdarên Kurd qesîde hatin xwendin.

Serokê Lijneya Lidarxistina Panelên Zanîngeha Dîcleyê Profesor Hasan Tanriverdî anî zimên ku dema Kurd rabirdûya xwe baş bizanin dê pêşeroja xwe jî baştir saz bikin ku ji ber wê nasîn û danasîna Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran girîng e.

Profesor Hasan Tanriverdî ji K24ê re diyar kir: “Meqseda me ew e ku ev 3 stêrkên ku ji me re bûne rêber, werin danasîn. Ji aliyê baweriyê ve jî û ji aliyê kurdewariyê ve jî dîroka me û çanda me di jiyan û berhemên van 3 stêrkan de hene.”

Axaftvanên panelê amaje kirin ku bi nêrîn û helbestên xwe piştî nêzîkî 500 salan jî mirovên wisa bandora xwe li civakê dikin û hêja ne li ser wan lêkolîn werin kirin. Yek ji panelîstan Akademîsyen Muhammet Şerîf Azarkan dibêje mayîndebûna 3 stêrkan ji resenbûn û jidilbûna wan e.

Akademîsyen Muhammet Şerîf Azarkan destnîşan kir: “Dema min hundir jî helbest xwend dest û dilê min lerizîn. Ya ku gelek bandor li  min kiriye ew e ku helbestên wan heqîqetê, rastiyê, jidil heskirinê vedibêjin e. Bi rastî ji hev hezkirin e.”

Serokê Beşa Çand û Wêjeya Kurdî yê Zanîngeha Dîcle Osman Aslanoglu jî bal kişand ser wê yekê ku girîng e saziyên fermî xwedî li kesayetên wisa hêja yên Kurd derdikeve û amaje kir ku divê xebatên wisa berdewam bin.

Osman Aslanoglu diyar kir: “Me jiyan û berhemên van kesayetan bi kurtî dizanîn, lê dema bi awayekî akademîk lêkolîn li ser van kesan were kirin em dikarin baştir, rêkûpêktir û berfirehtir derbarê wan de bibin xwedî zanyarî. Ji ber wê xebatên wisa girîng in.”

Xebata bi navê Baskên Rojhilat dê heta 30ê Nîsanê bi pêşangeha wêneyan û pêşandana dokumentera bi navê Hevdîtina 2 Çeman bidome. Herwiha dê Wezîrê Çand û Geştiyariyê yê Tirkiyeyê Mehmet Nurî Ersoy jî tevlî bernameyê bibe.