Putin û Zelensky bo Lûtkeya G20 hatin vexwendin

Serokê Endonezyayê Joko Widodo eşkere kir, herdu serokên Rûsya û Ukraynayê bo beşdariya li Lûtkeya G20 hatine vexwendin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Endonezyayê Joko Widodo eşkere kir, herdu serokên Rûsya û Ukraynayê bo beşdariya li Lûtkeya G20 hatine vexwendin.

Joko Widodo ragihand: “Ji bo beşdariya li Lûtkeya G20, min vexwendname ji Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re şandin.”

Volodimir Zelensky li ser vê mijarê di twîtekê de diyar kir: “Min ligel Serokê Endonezyayê li ser şerê Ukraynayê gotûbêj kir, piştre ji bo beşdariya Lûtkeya G20 ez vexwendim.”

Endonezya serokatiya civîna G20 dike, ku di dawiya îsal de li Cakarta dê were lidarxistin.

Welatên G20 ji bo seqamgîriya darayî ya cîhanê dicive û serok û serokwezîrên welatan,  bankayên navendî, wezîrên darayî û derve beşdar dibin.