Mesrûr Barzanî 400 milyon Dînar ji bo Yekîtiya Futbola Kurdistanê xerc dike

Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî li ser dabînkirin û xerckirina bi qasî 400 milyon dînar ji bo Yekîtiya Futbola Kurdistanê da.

Hewlêr (K24) – Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîr Mesrûr Barzanî rizamendî li ser dabînkirin û xerckirina bi qasî 400 milyon dînar ji bo Yekîtiya Futbola Kurdistanê da.

Li gor daxuyaniya Fermangeha Medya û Zanyarî, di çarçoveya girîngîdana Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bo werzişê û ji bo berdewambûna kar û çalakiyan û encamdana çalakiyên werzişî ya Yekîtiya Futbola Kurdistanê bo werza 2021-2022yan, Serokwezîr rizamendî li ser dabînkirin û xerckirina bi qasî 400 milyon dînar bo Yekîtiya Futbola Kurdistanê da.

Herwiha hat destnîşankirin, pereyê ku hatiye diyarkirin ji budceya Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan / Rêveberiya Giştî ya Werzişê tê xerckirin.