Hinardeya Diyarbekirê bo Herêma Kurdistanê zêde dibe

Di sala 2021an de bihaya 111 milyon Dolar hinarde hatibû kirin, lê di 3 mehên 2022yan de bihayê 27 milyon û nîv Dolar hinarde hatiye kirin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Hinardeya ji Diyarbekirê bo Herêma Kurdistanê zêde dibe. Di sala 2021an de bihaya 111 milyon Dolar hinarde hatibû kirin, lê di 3 mehên 2022yan de bihayê 27 milyon û nîv Dolar hinarde hatiye kirin.

Piştî bandorên giran yên pandemiyê li ser bazarê hineke sivik bûn bazar jî geş bû. Serokê Herêma Pîşesazî ya Diyarbekirê (OSB) Mustafa Fîdan, li Diyarbekirê di çalakiya danasîna Lîsteya Şîn ya ji bo hilbijartina rêveberiya OSBê de got;  bazara Herêma Kurdistan, Iraq û Rojhilata Naverast ji bo Tirkiyeyê bazareke guncav e, lê divê zêdetir ji vê bazarê sûdê werbigirin.

Serokê OSBê Mustafa Fîdan da zanîn ku roj bi roj hinerdeya ji Diyarbekirê bo Herêma Kurdistanê zêde dibe û got; di 2021an de ji Diyarbekirê bo Herêma Kurdistanê bihayê 111 milyon Dolar hinarde hatiye kirin, lê di 3 mehên destpêkê yên 2022an de 27 milyon û nîv Dolar hatiye kirin.

Mustafa Fîdan got; ew çaverê ne ku heta dawiya 2022an hinerdeya bo Herêma Kurdistanê herî kêm du qatê 2021an be.

Fîdan da zanîn ku, bi saya pêşangehên li Herêma Kurdistan, Bakur û Tirkiyeyê ew di mijara bazirganî de pêwendiyên bihêztir dikin û bi saya pêşangehan herdu alî jî ji bazarê zêdetir sûdê werdigirin.