Li Rojhilatê Kurdistanê kolberek ji aliyê çekdarên Îranê ve hat kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro şemiyê 30yê Nîsana 2022yan danê sibê li sînorê Newsûd a ser bi parêzgeha Kirmaşanê kolberekî kurd ji aliyê çekdarên ser bi Îranê ve li sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hate kuştin.
Li gor zaniyariyên ji devera Hewramanê, îro danê sibê, çekdarên Îranê li ser sînorên navbera Başûr û Rojhilatê li devera Newsûdê ya li Hewramanê êrişî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.
Di encama êrişê de Kolberekî Kurd ê bi navê Sefer Subhanî xelkê devera Dûrîsanê hat kuştin.
Hate zanîn ku cenazeyê Sefer Subhanî ku bavê du zarokan e, bo nexweşxaneya Paweyê hatiye veguhastin.