Dêra Sûrp Giragos a Ermenan ya Diyarbekirê tê nûjenkirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê Dêra Surp Giragos ya Ermenan piştî heft salan ji bo ayînan tê vekirin. Dêra ku di şer û aloziyên nav bajêr yên 2015 û 2016an de ziyan li ber ketî, bi alîkariya Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ya Tirkiyeyê nûjenkirin. Xebatên nûjenkirina dêrê bi dawî dibin û dê di 7ê Gulanê de bi beşdariya rêveberên cemaeta Ermenan yekem ayîn bê kirin.

Dêra Surp Giragos a Ermenan li navçeya Sûr a Diyarbekirê ye. Di şer û aloziyên di nav Sûrê yên 2015an û 2016an ziyan gihiştê û heft salan ayîn lê nehatin kirin. Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Tirkiyeyê û Dêra Kildanî ya Mar Petun 21 mîlyon lîre ji bo nûjenkirina dêrê terxan kir. Piştî xebateke 3 salan dêr di 7ê Gulana 2022an de bi rêwresmekê dê bê vekirin. Rêveberê Giştî yê Weqfên Tirkiyeyê Burhan Ersoy serdana dêrê kir û got; li Tirkiyeyê çandeke pêkvejiyana hevpar heye û ew jî girîngiyê bi parastina berhemên vê çandê didin.

Rêveberê Giştî yê Weqfên Tirkiyeyê Burhan Ersoy ji K24ê re got “Em wekî rêveberiya weqfan tenê çavdêriya xebatên nûjenkirinê dikin. Dêra Kildanî ev dêra Ermenan ji aliyê Rêveberiyên Taybet ya Bajêr û  Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê tê nûjenkirin.  Em û cemaetên mesîhiyan gelek çalakiyên hevpar dikin. Endamên cemaeta rûm, ermen, kildan û cihû jî beşdarî fitara me bûn. 167 weqfên cemaetên wan hene, em çavdêriya wan weqfan jî dikin.”

Li gorî zanyariyan, ev dêr li Rojhilata Naverast mezintirîn dêr û navenda olî ya ermenan e.  Dêra ku ji beriya 646 salan hatiye çêkirin gelek caran di bûyer û şeran de zirar ditîye, ji ber ku ayîn lê bên kirin her carê hatiye nûjenkirin. Cîgirê Serokê Weqfa Dêra Ermenan a Surp Giragos, Ohannes Gafur Ohanyan got; ev 7 sal e ayîn li dêra wan nehatiye kirin û ew çaverêne ku ji bo vekirina dêrê ji çar aliyên cîhanê bi hezaran kes beşdarî rêwresma vekirinê bibin.

Cîgirê Serokê Weqfa Dêra Ermenan a Surp Giragos, Ohannes Gafur Ohanyan got: “Dêr, demeke dirêj xirabibû. Ji sala 1980an heta 2009an xirabûyîbû û li dêrê ti ayîn nedihatin kirin. Me di 2009an de dîsa çêkir û gelek xweş bibû.Me di 2012an de ji ayînan re me vekir. Me gelek rojên xweş lê dît in. Lê mixabin 2015an ango şerê xendekan ve dêr girtî bû.”

Dêr li ser sê hezar metreducar zevî hatiye çêkirin. Piştî vekirina dêrê dê li avahiyên di hewşa dêrê de otel, restoran û kafe jî bên vekirin. Di restoranê de dê zêdetir xwarinên çanda ermenan bên  pêşkêşkirin. Serdar Ay ku dê rêveberiya kargehan bike û dibêje; Diyarbekir di warê pêkvejiyana ol û baweriyên cuda de cihekî taybet bû û ew dixwazin vê taybetiyê dîsa zindî bikin.

Rêveberê Kargehên Dêrê Serdar Ay dibêje: “Em ê piştî vekirina dêrê li vir kar û xebatên xwarin û vexwarinan pêşkêş bikin. Diyarbekir bajareke qedîm e, şopa 33 şaristaniyan li vir heye. Orodoks, katolîk, protestan û Cihû li vir hebûn.”

Dêr, di sala 1376an de hatiye çêkirin. Li taxa Fatîhpaşa ya Sûrê cih digire. Heta sala 1915an ango nefîkirina ermenan jî dihat bikaranîn. Di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de wekî baregeheke serbazî hat bikaranîn. Piştî koçkirina ermenan ji Diyarbekirê dêr demekê bêxwedî ma. Di 2011an de hat nûjenkirin û ayîn lê hatin kirin, di 2013an de zengilê ku li Moskovayê hatî çêkirin hat pêvekirin. Dêr dê di 7ê Gulanê de bi bedşariya rêveberên cemaeta ermenan careke din bê vekirin.