Baregeha asmanî ya Eyn Esed rastî êrîşeke mûşekî hat
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî jêderekî ewlekarî, îro Şemiyê baregeha asmanî ya Eyn Esed li parêzgeha Enbarê li rojavayê Iraqê rastî êrîşeke mûşekî hat.
Baregeha Eyn Esed şêwirmendên Amerîkî û biyanî lê ne û hêzên ewlehiyê yên Iraqê perwerde dikin.
Ev êrîşa mûşekî piştî wê tê, duhî grûp û mîlîşyayên Şîe li parêzgehên naverast û başûrê Iraqê bi boneya Roja Cîhanî ya Qudisê, diruşmên “Mirin bo Amerîk, mirin bo Îsraîlê” bi zimanên Erebî û Farisî hilgirtibûn.
Amerîka jî her dem grûpên çekdar ên ku Îran piştgirîya wan dike bi êrîşên mûşekî bo ser hêzên wê li Îraqê tawanbar dike.