Bi milyonan lale bajarê Stenbolê xemiland

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Stenbolê di çarçoveya festîvala laleyan de bi milyonan kulîlk, lale anku nîsanî li bajêr hatin çandin. Laleyên reng bi reng hem bajar xemilandin û hem jî bi dîmenên nûwaze bala mirovan kişand ser xwe.

Laleyên reng bi reng bi dîmenên xwe yên xweşiktir park û meydanên Stenbolê dixemilînin.

Di çarçoveya festîvala laleyan de ku ji hêla Şaredariya Stenbolê ve tê sazkirin li deverên cuda yên bajêr 7 milyon û nîv kulîlk ku bêhtir lale ne û 160 cureyan pêk tê hatine çandin.

Geştyar Julie: “Zor ciwan e, kulîlk û laleyên reng bi reng dilê mirovan şad dike. Ez bi xwe jî ji kulîlkan hez dikim. Niha li vir bi milyonan laleyên ciyawaztir hene, her yek bi reng û û dîmenê xwe xwezaya me dixemilîne.”

Ji bo dîtina laleyên ku xemla xwe daye ser bajêr gelek geştyar jî berê xwe didin festîvala laleyan.

Geştyar Peter: “Gelek xweş e. Dîmenên nûwaze li vir hene. Ji Bulgarîstanê li gel hevjîna xwe hatim û em bi dîtina van dîmenan gelek dilxweş in.”

Laleyên ku li cîhanê zêdetir li Hollandayê tên hilberandin û bo Tirkiye jî tê hinardekirin lê di salên dawîn de li bajarên cuda yên Tirkiyê jî dest bi hilberîna laleyan hatiye kirin û bi hilberîna zêdetir laleyan hewl tê dayîn lale bibe remzeke ji vî welatî.