Serok Barzanî bi boneya Cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê belav kir

"Xwedayê mezin rojî û îbadetê hemû misilmanan qebûl kiribe û ev cejn bibe sedema dawîhatina nexweşî û êşan û vegera aramî û aştiyê ji bo hemû mirovahiyê."
Serok Mesûd Barzanî
Serok Mesûd Barzanî

Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina Cejna Remezana pîroz, peyameke pîrozbahiyê arasteyî temamê misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir.

Serok Barzanî hêviya xwe anî ziman ku ev cejn bibe destpêkek ji bo bidawîbûna nexweşî û êşan û vegera aramî û aştiyê ji bo hemû mirovahiyê.

Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina Vejna Remezana pîroz, ez germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî misilmanên Kurdistan û Iraq û hemû cîhanê dikim. Pîrozbahiya cejna Remezanê li malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû welatiyên Kurdistanê dikim.

Di vê helkefta pîroz de hêviya wê yekê dixwazim ku Xwedayê mezin rojî û îbadetê hemû misilmanan qebûl kiribe û ev cejn bibe sedema dawîhatina nexweşî û êşan û vegera aramî û aştiyê ji bo hemû mirovahiyê.

Hêviya xêr û xweşî û tendirustiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.

Mesûd Barzanî

30yê Remezana 1443yan a Koçî

1ê Nîsana 2022yan a Zayînî