Amerîka êrîşa li ser parêzgeha Hewlêrê şermezar dike

Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê: Êrîşên li Iraqê û li ser sektora enerjiyê, êrîşkirina li ser serweriya Iraqê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê di daxuyaniyekê de êrîşa mûşekî ya li ser parêzgeha Hewlêrê şermezar kir û ragihand, “Emê bi hevkarên xwe yên Iraqî re berdewam bin ji bo dabînkirina ewlehî, aramî û serweriya dewleta Iraqê.”

Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê daxuyaniya xwe li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir û tê de nivîsî: “Amerîka êrîşa şeva borî ya li Iraqê ku ziyan gihand parzûngeheke petrolê li Herêma Kurdistana Iraqê şermezar dike. Êrîşên li Iraqê, li ser sektora enerjiyê jî tê de, êrîşkirina li ser serweriya Iraqê ye û ziyanê digihîne welatiyên Iraqê.”

Balyozxaneyê diyar kir jî: “Amerîka ligel gelê Iraqê ye û em ê bi hevkarên xwe yên Iraqî re berdewam bin ji bo dabînkirina ewlehî, aramî û serweriya dewleta Iraqê.”

Şeva borî navçeya Xebatê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê bi hejmarek mûşkan hat armanckirin. ncûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê jî ragihand, ew mûşek ji nahiya Bartela ya navçeya El-Hemdaniye ya li parêzgeha Neynewayê ve hatin avêtin.