Babe Şêx daxwaza çareseriyeke rîşeyî bo Şingalê ji Hewlêr û Bexdayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Babe Şêxê Êzidiyan Şêx Elî Şêx Elyas îro Duşemê bang li Hewlêr û Bexdayê kir ku çareseriyeke rîşeyî ji herêma Şengalê re bibînin.
Şêx Elyas di daxuyaniyekê de ragihand, “Em bang li hikûmeta Iraqê û aliyên din dikin ku jiyana sivîl û mirovên bêguneh ên li Şingalê biparêzin, yasayên navdewletî li ber çav bigirin, milmilaneyên çekdarê ji bajar û navçeyên sivîlan dûr bixin, bi taybet ku gelek ji van malbatan nû vegeryane nû herêmê ne.”
Baba Şêx bang li aliyan kir ku zimanê diyalogê bi kar bînin da ku pevçûnên çekdarî bi dawî bibin û aramî û aştî li herêmê pêk were.
Baba Şêx got: “Em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê dikin ku çareseriyeke rîşeyî ji herêma Şingalê re bibînin ku heta niha ji ber encamên komkujiyan û êrîşên DAIŞê dinale.”
Baba Şêx got: “Em bang li rayedarên pêwendîdar ên li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku ciheke ewle ji malbatên ku careke din xwe li bajarên Herêma Kurdistanê girtine, peyda bikin.”