Rûsyayê dest bi êrîşa li ser kargehên Azovstal ên li Ukraynayê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo cara yekem, hêzên Rûsî bi tank û hêzên piyade êrîşî li ser kargehên pola li Azovstal, qada dawî ya berxwedana Ukraynayê li bajarê Mariupol dike. Di heman demê de jî, Ewropî xwe amade dikin ku roja Çarşemê ambargoya petrolê deynin ser Rûsyayê.

Neteweyên Yekgirtî duhî Sêşemê ragihand, ew di derxistina zêdetir ji sed sivîlan ji van kargehên pola bi ser ketin, ku bi dehan ji wan xwe li jêrzemînên mezin ên vê herêma mezin a pîşesaziyên metal de girtibûn û bi hefteyan di bin agir de diman.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky di daxuyaniyekê de diyar kir, 156 sivîl hatin derxsitin û gihîştin Zaporizhia, bajarê ku di bin kontrola Ukraynayê de ye û 230 kîlometre li bakurê rojavayê Mariupolê ye.

Cîgira Serokwezîrê Ukraynayê Irina Verychuk got, eger rewşa ewlekarî rê bide, dê valakirinek nû roja Çarşemê were plankirin. Lê ti tişt nîşan nade ku şert û mercên pêkanîna vê yekê hebin, piştî ku hêzên Rûsî roja Sêşemê êrîşa xwe ragihandin.

Cîgirê Fermandarê Tabûra Azov a Ukraynayê Svyatoslav Palamar got: "Êrîşeke tund li ser herêma Azovstal niha bi piştgirîya wesayitên zirxî û tankan tê kirin.

Berî vê yekê, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihandibû, firoke û topxaneyên artêşa Rûsyayê û "Komara Gel a Donetskê" dest bi "hilweşandina" çeperên Ukraynayê kirine.

Hêzên Rûsî bi firokeyan û ji deryayê ve kargehên pola yên ku tunêlên wan vedigerin Şerê Cîhanê yê Duyem û leşker û sivîl li wan pena bûne û ji av, xwarin û derman bêpar diman, bombebaran dikirin, bêyî ku hewil bidin têkevin wan.

Cîgirê Fermandarê Tabûra Azov a Ukraynayê diyar kir ku di bombebarana beriya êrîşê de, 2 jinan canê xwe ji dest dane û 12 sivîl jî birîndar bûne.

Şaredarê Mariupolê Vadim Boychenko got, hîn jî li Azovstal nêzî du sed kesan hene.

Ji aliyê xwe ve, Yekîtiya Ewropî dê îro Çarşemê dest bi lêkolîna cezayên nû li dijî Mosko bikin ku di nav wan de ambargoya li ser neft û berhemên petrolê yên ku ji Rûsyayê tên kirîn hene.

Komîsyona Ewropî pêşniyar dike ku welatên Ewropayê ji bilî Macarîstan û Slovakya, dê hêdî hêdî kirînên ji Rûsyayê di heyama 6 - 8 mehan de, heta dawiya sala 2022an rawestînin.