Liverpoolê Villarreal têk bir û gihîşt fînala Champions League

Navenda Nûçeyan (K24) – Liverpool di nîv-fînala Champions League de, paşketina xwe ya du golan li hember mêvandara xwe ya Spanî Villarreal veguhart û (3 – 2) bi ser ket û gihîşt fînalê.

Di gera vegerê ya nîv-fînala Champions League de, tîma Spanî Villarreal şeva borî mêvandariya Liverpool kir û bi encama (2 - 3) têk çû.

Destpêkê, Villarreal di nîva yekem a lîstikê de di xulekên (3 û 41) de du gol bi riya Boulaye Dia û Frances Coquelin tomar kirin.

Di nîva duyemîn de, Liverpool rabû ser piyan û di xulekên (62, 67 û 74) de bi sê golên li pey hev bi riya Fabinho, Luis Diaz û Sadio Mane, mase li Villarreal serûbin kir.

Liverpool piştî ku hefteya borî li ser meydana bi du golan bêberanber bi ser ketibû, bi tevahî bi encama (5-2) bi ser ket û gihîşt fînala Champions League.

Liverpool di 28ê Gulanê de ji bo bilindkirina kûpaya Champions League, dê rûbirûyî bi serketiya pêşbirka duyemîn a di navbera Real Madrîd û Manchester City de bibe ku biryar e îro Çarşemê li stadyuma Santiago Bernabeu were lîstin.

Di gera çûnê ya heman qonaxê de, Manchester City hefteya borî li Stadyuma Al Ittihad bi encama ( 4-3) bi ser Real Madrîd ketibû û îro dê serkeftiya ji wan were yekalîkirin.