Şêrîn Ebdo yekem dîwana xwe ya helbestan çap kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvana Kurd a Efrînî Şêrîn Ebdo pirtûka xwe ya yekem a helbestan a bi zimanê Kurdî bi navnîşana “Mîna Xunavekê” çap kir.

Şêrîn Ebdo jineke Efrînê ye, çend sal in bi malbata xwe re li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê dimîne. Şêrîn Ebdo ji sala 2012an ve xwe fêrî xwendin, nivîsandin û rêzimana Kurdî kiriye û çend sal in jî, helbestên xwe bi zimanê Kurdî li ser torên medyaya civakî diweşîne.

Derbarê destpêka xwe ya nivîsandina helbestê de, Şêrîn Ebdo ji K24ê re diyar kir: “Sala 2016 min dest bi nivîsandina helbestê bi Kurdî kir, lê ji zaroktiya xwe helbesthez bûm û min pir helbest dinivîsandin, lê mixabin bi Erebî bûn.”

Li ser vê berhema xwe ya nû “Mîna Xunavekê”, Şêrîn Ebdo got: “Hestên min nayên şirovekirin û nayên gotin, pir kêfxweş im ku min hêvî û xewna zaroktiya xwe bi cî kir û îro min zaroka xwe li nav destê xwe dît û ew bi Mîna Xunavekê min bi nav kir.”

Derbarê naverok û awayê nivîsandina helbestê de jî, Şêrîn Ebdo dibêje: “Dîwana min nêzîkî 100 rûpelê ye û 50 helbest tê de ye. Curehelbestên min bi piranî nûjen û azad in. Di helbestên xwe de min êş, xem, penaberî û bîrîkirin bi tîpên Kurdî wergerandine û min evîn ji hemî rewşan re kiriye kerasekî buharî, ji ber ku evîn nanê hestê ye.”

Herwiha got: “Bêguman, Mîna Xunavekê ezmûna min a yekem e û tekez wê ne ya dawî be, helbet hest û tîpên min her di tevgerê de ne, di paşerojê de jî helbet wê projeyên din hebin, çi roman, çîrok û yan dîsa jî dê helbest be.”

Pirtûka “Mîna Xunavekê” a helbestvan Şêrîn Ebdo ji aliyê weşanxaneya Sîtav derketiye, helbestvan û nivîskar Ezîz Xemcivîn lêveger jê re kiriye û bergê pirtûkê jî ji aliyê wênekêş Xalid Hisên hatiye amadekirin.

Ev jî helbesteke Şêrîn Ebdo ye:

Ne dilê min e

Asoyê ko li bin baskên bazê azad tarîbûna şevan rizgar neke,

di çavên deryaya evîna min de şîn nabe..

 

Sînga ko bi fîxana bilbilên çiyayê Kurmênc re gurpînê neke,

li nav awazên dilê evîndar lê nede, gewriya evînperestan zaravê zirneya Nêsir nejenîne,

ew sîng û gewrî awaza jiyanê bi henaseya min re zîz û nûjen nakin..

 

Darên ko di kêlîkekê de siha xwe fireh venedin,

hênikiya bayekî sibehîn li nav pelgên gangiliyan di semayê de mest û serxweş nekin

ne darên daristana hezkirina te ne..

 

Heger ximava pênûsê ne ji şîrava xunceyên buhara te be,

li ser eniya rûpelan bêhna bedena te nefûrîne,

ximava wê pênûsê ne ji gulava gulistana dawa te ye..

 

Roja ko berf û qeşaya deriyên bendewar nebişifîne,

li nav lêvên çemê şeydabûna te newerivîne,

buxçika rêwîbûna şil bi têhna xwe ziwa neke,

ew roj hetava xwe ji evîna Mem û Zînê nanoşîne..

 

Dilê ko çara demsalan ji te hez neke,

çar demsalan te ji bîr neke,

çar demsalan te himêz neke,

çar demsalan agirê newrozê vênexîne,

li ser dêmên te nebe ramûsanek , pêtên bírîkirinê venemrîne

û navê te heya mirinê bilêv neke ew dil ne dilê min e