Li Diyarbekirê êrîşa çekdarî: 2 kuştî, 3 birîndar

Di êrîşa çekdarî ya dijî otomobîlekê de 2 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn.
Diyarbekir
Diyarbekir

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Diyarbekirê di êrîşa çekdarî ya dijî otomobîlekê de 2 kes hatin kuştin û 3 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyan, li navçeya navendê ya Rezanê li taxa Buyuransu li dijî otomobîlekê êrîşa bi çek hat kirin ku ajokar û plakaya wê hîn nehatiye diyarkirin.

Di êrîşê de ji heman malbatê 5 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustiyê û herwiha tîmên cendirmeyê gihîştin cihê bûyerê .

Ji birîndarên ku bi ambulansan bo nexweşxaneyeke taybet hatin veguhestin, 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Ji hêla hêzên ewlekariyê ve xebata desteserkirina êrîşkaran hat destpêkirin.