Real Madrid Manchester City têk bir û gihîşt fînala Champions League

Navenda Nûçeyan (K24) – Real Madrîd mase li mêvana xwe Manchester City serûbin kir û piştî dirêjkirina dema lîstikê bi encama (3 – 1) bi ser ket û derbasî fînala Champions League bû.

Di gera vegerê ya nîv-fînala Champions League de, tîma Real Madrîd şeva borî mêvandariya Manchester City kir û bi encama (3 - 1) bi ser ket.

Destpêkê Manchester City di xuleka (73) de bi riya stêrê xwe yê Cezayîrî Riyad Mahrez gola xwe tomar kir.

Di kêliyên dawîn ên lîstikê de, Real Madrîd bi xistina du golan li pey hev bi riya stêrê xwe yê Brezîlî Rodrygo di xulekên (90 û 90+1) de mase serûbin kir.

Dema orîjînal a lîstikê bi serketina Real Madrîd (2 – 1) bi dawî bû û her du tîm encama her du lîstikan (çûn û hatinê) bi giştî (5 – 5) wekhev bûn ku hefteya borî Manchester City (4 – 3) bi ser ketibû.

Her du tîman serî li du demên din dan û tîma Real Madrîd bi riya stêrka xwe Fransî Kerîm Benzema gola sêyem di xuleka (5) a dema zêde de ji penaltiyekê tomar kir û bi encama her du lîstikan (6 - 5) derbasî fînala Champions League bû.

Real Madrid û Liverpool a ku yekem bilêta fînalê li ser hesabê Villarreal wergirtiye, ji bo rakirina kupaya Champions League dê roja 28ê Gulanê rûbirûyî hevdu bibin.