Mêrdîn bi reng û rûyê xwe mêvandariya geştiyaran dike

kurdistan24.net

Mêrdîn (K24) – Di cejna Remezanê de, Mêrdîn bi reng û ruyê xwe mêvandariya girseyên geştiyaran dike. Bi taybet Mêrdîna Kevnar ku mal û avahiyên dîrokî yên Mêrdînê lê ne, ciyên bi girseyî serdana ye. Geştiiyarên ku ji nav Tirkiyê û welatên Ewropayê hatine li kolanên dîrokî û çandî yên Mêrdînê bi meraq û şahî digerin.

Bajarê Mêrdînê di cejan Remezanê de buye xaleke geştiyarî. Ji bajarên derdor û Tirkiyê, ji welatên cuda û Ewrûpayê bi hezaran geştiyar avahî û kolanên Mêrdînê bi rengên xwe xemilandine. Hatina geştyaran, rûyê dikandar û xwecihiyên Mêrdînê jî geş kiriye û kargeh jî vê rewşê wek derfet dibînin.

Harûn Şenol û Sabîha Şenol ji Diyarbekirê bi zarokên xwe re hatine ku li Mêrdînê geşt bikin û balê dikşînin ku xweşiyên li welatê me, hêjayî geşt û dîtînê ne.

Geştiyar Sabîha Şanol ji K24ê re got: “Em serê sibê zû hatin. Ji ber ku van rojan gelek girseyî serdan tên kirin, me xwest zû werin. Û em gelek kêfxweşin, gera me pir xweş e. Ez bi zilamê xwe û zarokên wwe re hatim. Mêrdîn gelek xweş e. Li herema me bajarên gelek xweş hene, wek Mêrdîn, Dîyarbakir û hwd. Em jî di cejnê de hatine bigerin.”

Geştiyar Harûnê Şenol dibêje: “Ez ji Amedê atime, eydî bû, me jî xwest em werin li Mêrdînê  bigerin. Ji serê sibêde em hatine digerin. Pir jî xweş bû. Mêrdîn welatê me ye û em bi geşta wê pir kêfxweş dibin.”

Geştiyarên ku ji bajarên Tirkiyê û welatên wek Holanda, Elmanya, Poland û hwd  hatine û yekem car e Mêrdînê dibînin jî hem peznê pêşwaziya welatî û dikandaran didin, hem jî bi kêf û xweşî behsa şûnwarên dîrokî û çandî dikin.

Kevser Solmaz jî ji bajarê Tokatê ya Tirkiyê hatiye û tîne ziman ku nasîna çand û bajarên bakûr ciyê kêfxweşîyê ye.

Geştiyar Kevser Solmaz dibêje: “Ji bo dîtina çand û dîrokê ez hatime digerim. Li mizgeft û dêran, li kolan û şûnwarên dîrokî digerim û ji bo me behsa dîrok û girînga wan tê kirin. Ez bi koma geştiyarkaran ve hatime û geşt û gera vê derê gelek xweş e. 

Geştiyar û dikandar balê dikşînin ku dema wiha bi girseyî serdan li Mêrdînê tên kirin, kêşeya trafiqê ango kêşeya peydakirina ciyên parqa trimbêlan peyda dibe, lê ev kêşe jî niha ji kêfa geştiyaran tiştekî kêm nake.