Roja Bexşînê ya Kurdên Kakaî li Hawramanê
Helebce (K24) – Roja Bexşînê ya Kurdên Kakaî her sal di werzê Buharê de li deverên Hawramanê tê pîrozkirin.
Merasîma Roja Bexşînê, ji aliyê Kurdên Yarsan li gundê Hawar ê ser bi Helebceyê ve hat lidarxistin û bi jenîna Tembûrê ku li cem wan amûreke xwedî taybetmendiyeke ruhî ye dest pê kir.
Ev roj, salane di werzê Buharê de tê pîrozkirin û tê de kesên hejar mast û berhemên din ên sipî didin hejarên din, wek diyariyekê bi dilekî sipî.