Wezareta Perwerdehiyê hêsankariyê bo xwendekarên Şingalê dike

"Xwendekarên ku ji ber rewşa Şingal û derdora wê cihê xwe yê niştecîbûnê bi cih hiştine, dê li kampên Duhokê ezmûnên xwe encam bidin."

Hewlêr (K24) – Wezîrê Perwerdehiya Herêma Kurdistanê Alan Heme Seîd ragihand, xwendekarên ku ji ber rewşa Şingal û derdora wê cihê xwe yê niştecîbûnê bi cih hiştine, dê li kampên Duhokê alîkariya wan were kirin, da ku ezmûnên xwe encam bidin.

Alan Heme Seîd bi daxuyaniyekê eşkere kir, ji ber rewşa li navçeya Şingalê, bi taybetî li Sinûnê, Xanesor û Dugirê, xwendekaran berê xwe dane parêzgeha Duhokê, loma biryar dane ku li dibistanên herî nêz, xwendekarên koçber, navên xwe tomar bikin û ezmûnên xwe encam bidin.

Herwiha ragihand, îro pêncşemê 5ê Gulana 2022yan derbarên wan xwendekaran de ku tevî malbata xwe berê xwe dane parêzgeha Duhokê û ser bi dibistanên Wezareta Perwerde ya Iraqê ne, ligel Wezîrê Perwerdehiya Iraqê pêwendiyeke telefonî encam daye û daxwaz kiriye ku hemû rêkarên guncaw pêk bînin, da ku mafê xwendekaran parastî be.

Wezîrê Perwerdehiya Iraqê soz daye ku Rêveberiya Perwerdehiya Neynewa erkdar bikin ku weke Wezareta Perwerdehiya Herêma Kurdistanê pêngavan biavêjin û tîmên xebatê pêk bînin, da ku hemû rêkarên guncaw bigrin ber xwe ji bo mafê xwendekaran ji dest neçe.