Serokê CHP’ê: Ez nabim namzedê Serokkomariya Tirkiyeyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel diyar kir, ew nabe namzedê Serokatiya Tirkiyê. Ozel di derbarê asayîbûna di navbera partiyan de jî got, kengê pêwîst bike, ew ê ligel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bicive.
Li ser gotegotên CHPê dê hevpeymaniyê ligel AK Partiyê çêke, Ozel got ku armanca wî ew e di hilbijartina bê de CHPê bike partiya yekemîn. Herwiha Ozel anî ziman ku ew nabe namzedê Serokkomariya Tirkiyê.
Serokê CHPê Ozel derbarê hevdîtina ligel Erdogan û asayîbûnê de jî wiha got, dibêjin asayîbûn bi dawî bûye, bi dawî nebûye. Ger pêwîstî bibînim ezê biçim û dûbare ligel Erdogan bicivim.
Daxuyaniyên serokê CHPê di demekê de ye, 1ê Cotmehê di merasîma vekirina werza nû ya parlamentoya Tirkiyê de, serokê MHPê Devlet Bahçelî serdana rêzên Dem Partiyê kir û destê hevserok Tuncer Bakirhan û parlamenteran girt.
Bahçelî di vê derbarê de wiha gotibû, em derbasî serdemeke nû dibin. Dema em li cîhanê aştiyê dixwazin, pêwîste em li welatê xwe jî aştiyê misoger bikin.