Li Diyarbekirê cejna Remezanê bû cejna geştyariyê

Otelên Diyarbekir ên têra 6500 kesan dikin bi %100 tije ne û rêjeya geştiyaran gorî sala borî %30 jî zêde bûye.
author_image Mahîr Yuksel
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbeirê îsal ji ber eleqeya baş a geştiyaran Cejna Remezanê wek Cejna Geştiyariyê tê binavkirin ku otelên Diyarbekir ên têra 6500 kesan dikin bi %100 tije ne û rêjeya geştiyaran gorî sala borî %30 jî zêde bûye. Geştiyarên cara yekem e  Diyarbekirê dibînin ji geşta wê têr nabin.

Sala 2022yan ji bo Diyarbekirê di warê geştiyariyê de bi erênî dest pê kir û geşbûna geştiyariya Diyarbekir a 3 mehên pêşî di cejna Remezanê de jî berdewam bû  û cejna Remezanê li Diyarbekirê wek cejna geştiyariyê jî tê binavkirin. Kompaniyên geştiyariyê jî ji eleqeya geştiyaran a ji bo Diyarbekirê keyfxweş in û pêşbînî dikin ku dê ev eleqe bidome.

Rêberê Geştiyariyê Yusuf Seyarci dibêje gelek kesên ku ji ber pandemiyê nekarîbûn geştê bikin li bende bûn ku bergirî bi dawî bibin û derbikevin geştê û ji ber vê yekê eleqeyek zêde ya geştiyaran heye.

Yusuf Sayarci ji K24ê re diyar kir: “Dema tûrîst tên Diyarbekirê dibînin matmayî dimînin. Dibêjin me nedizanî evqas xweş e. Hem aliyê nujen û hem aliyê klasîk dibînin û dibêjin Diyarbekir wek Parîsê ye. Geştiyarên tên vê derê li hemu cîhanê digerin. Dibêjin Diyarbekir nava 5 bajarên teybet de ye.”

Gelek kompaniyên geştiyariyê yên ku di lîsteya geştê de cih nedidan Diyarbekirê êdî berê xwe didin Diyarbekirê jî û bi pirranî jî ji Rojavayê Tiriyeyê û ji metropolên Tirkiyeyê geştiyar tên Diyarbekir ku Kurdên ji Diyarbekirê dûr dijîn jî bo geştê ji xwe re Diyarbekirê dineqînin.

Geştyarek dibêje: “Me ji xwe re geştek bo 4 rojan plan kiriye. Me ji Dîlokê dest pê kir, li Semsûr, Riha, Mêrdîn û Diyarbekirê emê bigerin. Hêstek gelek xweş e ku em li nava berhemên şaristaniyên cûda de digerin û wekî ku em di nava dîrokê de derketibin geştê. Avahî û berhemên dîrokî gellek zindî ne.”

Herwiha geştyarekî din jî destnîşan dike: “Ez ji Izmîrê hatim Diyarbekirê. Ez eslê xwe ji vê derê me. Her sal serdana Diyarbekirê dikim. Li nava sûrê geriyam. Gelek xweş bû.”

Li gorî daneyên fermî sala borî de her çiqas bergiriyên pandemiyê di meriyetê de bû jî 3 hezar û 200 geştiyarên biyanî serdana Diyarbekirê kiribûn û îsal ji niha de 9 hezar û 300 geştiyarên biyanî hatine Diyarbekirê. Her wiha tê pêşbînîkirin ku di 6 mehên pêşî yên îsal de 470 hezar geştiyar serdana Diyarbekirê bikin.