Li Stenbolê di keştiyekê de teqînekê rûda

Li navçeya Tuzlayê ya Stenbolê, di nav keştiyekê de teqînek qewimî û li gor zanyariyên destpêkê 5 kes birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Tuzlayê ya Stenbolê, di nav keştiyekê de teqînek qewimî û li gor zanyariyên destpêkê 5 kes birîndar bûne.

Teqîn îro 6 Gulana 2022an li navçeya Tuzlayê di nava keştiya bi navê Gulf Petrolyumê de rûdaye.

Medyaya Tirkiyê ragihand, teqîna di nava keştiyê de ji ber şidîna gaza xwezayî qewimiye û li gor zanyariyên destpêkê di teqînê de 4 karker birîndar bûne.

Li ser bûyerê gelek tîmên agir vemirandinê, polîs û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Parêzgarê Stenbolê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kiriye û têde dibêje, demjimêr 10:54 sibeha îro zanyarî gihîşt me ku di keştiya Gulf Petrolyum de 4 karker bi sedema gazê jehrî bûne.

Di daxuyaniyê de tê gotin, tîmên polîs, hawarçûn û tendirustiyê bi awayekî bilez bo cihê bûyerê hatin şandin.

Parêzgariya Stenbolê diyar kiriye, her 4 karkerên birîndar ji aliyê tîmên hawarçûnê ve bo nexweşxaneyê hatine veguhastin û lêkolîn derbarê bûyerê de destpê kiriye.