Li Mizgefta Mezin tabelaya Kurdî hat danîn

Li ser tabelayê zimanên wek Tirkî, Ingilîzî, Erebî û Rûsî cih digirtin lê zimanê Kurdî di nav wan zimanan de nebû.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li ser tabelayên ber Mizgefta Mezin a Diyarbekirê bi 4 zimanan agahdarî hatibû kirin, lê li ser tabelayê cih bo Kurdî nehatibû dayîn ku ev yek piştî bertekan hat sererastkirin û bo zimanê Kurdî jî cih hat dayîn û welatiyan jî keyfxweşiya xwe bo vê yekê anîn ziman.

Li ber deriyê Mizgfeta Mezin a Diyarbekirê li ser tabelaya agahdarkirinê bi 4 zimanan agahî hatibûn nivîsîn. Li ser tabelayê zimanên wek Tirkî, Ingilîzî, Erebî û Rûsî cih digirtin lê zimanê Kurdî di nav wan zimanan de nebû. Ev yek hem di medyaya civakî de hem di raya giştî rastî bertekên berfireh hatibû li ser bertekan jî tabela hat sererastkirin.

Koordînatorê giştî HezKurdê Fewzî Bûlgan jî amaje kir ku sererastkirina tabelayê gaveke baş e û divê Kurdî li Tirkiyeyê bibe xwedî statu da ku careke din pirsgirêkên wisa dernekevin holê.

Fewzî Bûlgan ji K24ê re diyar kir: “Gaveke baş e. Bo meşrubuna zimanê Kurdî gaveke girîng e. Pêwîst e k udi hemu saziyan de cih bo Kurdî were dayîn. Her wiha di dikanan de li ser tabelayan divê agahiyên bi Kurdî hebin.”

Mizgefta Mezin a Diyarbekirê ya di nava Sûrê de ye ji aliyê geştiyaran ve rastî eleqeyeke mezin tê û yek ji remzên geştiyariya Diyarbekirê ye. Geştiyarên ku serdana mizgefta dîrokî dikin jî dibêjin neyîna Kurdî kêmasiyeke mezin bû û ew keyfxweş in ku xeletî hatiye sererastkirin.

Geştyarek li ser vê mijarê diyar dike: “Baş e. Rind e. Ziman ziman e. Ma çima zimanê kurdî jê kêm be. Bila Kurdî jî hebe.”

Herwiha geştyarek jî dibêje: “Zimanê Kurdî wek şîrê dayîkê helal e. Bila zimanê kurdî jî hebe.”

Geştyarek jî destnîşan dike: “Em keyfxweş in ku zimanê Kurdî jî cih digire. Ezê wêne bikêşim bibim Izmîrê nîşanî malbata xwe bidim. Dema ez Kurdî dibinim bîna min fireh dibe.”

Welatiyek diyar dike: “Ez keyfxweş bûm ku zimanê Kurdî jî tê de heye. Em li Stenbolê bi tirkî diaxivin, em dixwazin li welatê xwe her dem bi Kurdî biaxivin.”

Li ber deriyê Mizgefta Mezin a Diyarbekirê bi zaraveyên Kurdî bi Kurmancî û Zazakî agahî hatine nivîsîn û bo geştiyaran derbarê rêzikên nav mizgeftê de hişyarî û agahî tên dayîn. Welatî û saziyên bo xwedîlêderketina zimanê Kurdî kar dikin daxwaz dikin ku li ser hemû avahiyên dîrokî agahiyên bi Kurdî werin nivîsîn.