Li Stenbolê metirsiya girtina kitêbxaneyeke Kurdî heye

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Stenbolê kitêbxaneyeke Kurdî ev 26 sal in xizmeta çand û zimanê Kurdî dike niha li ber girtinê ye. Ji ber ku kiriya dikanê ji % 400 hatiye zêdetirkirin, metirsiya girtina kitêbxaneyê heye. Li bajêr ku derdora 6 milyon Kurd dijîn 5 kitêbxane û weşanxaneyên Kurdî hene, kêşeyên maddî û kêmbûna xwendina Kurdî rê li ber girtina kitêbxaneyên Kurdî vedike.

Selahattîn Bulut ê nivîskar di nav şertên zehmet ên salên 1990an de ku li ser Kurdî qedexe û zêxtên mezin hebûn di nava jûrekê de kitêbxaneyeke Kurdî ava kir da ku ev der bibe maleke Kurdî.

Bi hewl û xîretên Bulut jûra kitêbxaneya Kurdî firehtir bû û li xaneke dîrokî ya Stenbolê dikaneke du qatî hat avakirin.

Medyakitabevî ku tê da tenê pirtûkên Kurdî û berhemên li ser Kurdan tên firotin 26 sal in xizmeta çand û dîroka Kurdan dike û heta niha gelek gotûbêjên edebî hatine sazkirin niha li ber girtinê ye.

Selahattîn Bulut ji K24ê re got: “Me di vê 26 saliyê de gelek zehmetî dîtin. Me rojên xweş jî rojên nexweş jî dîtin. Di serdema pandemiyê de ji ber her der girtî bû, çûnûhatin kêm bû me gelek zehmetî kişand. Me nedikariya kirêyê xwe bida. Çend dostên me wê çaxê alîkariya maddî kirin heqê kirê dan û nehiştin ku dikan were girtin. Em anha di rewşeke wiha de ne ku em nikarin kireyê xwe bidin. Wextê ku em nikarin kireyê xwe bidin, dikan dê bê girtin.”

Ji ber zêdekirina kireyê dikanê ku ji % 400 hatiye zêdekirin metirsiya girtina kitêbxaneya Kurdî heye.

Selahattîn Bulut dibêje: “Xwediyê dikanê telefon kir got: Heya niha kireyê te 3 hezar lîre ye lê ez qebûl nakim û ji niha pê ve divê tu 12 hezar lîreyê bidî. Yanê Xwediyê dikanê kireyê 4 qat zêde kir. Mûçeya xebatkaran, heqê kireyê 12 hezar lîre, heqê stopaj û lêçûnên din yanê gelek mesref hene, di ser 20 hezar lîre re mesref çêdibe. Ji bo mesrefa derxe divê dikan baş were şixulandin, kitêb zêde were firotin. Însanên me hinek rehet in, di meseleya xwendinê de kêm in, yanê xemsariyê dikin. Yan naxwînin, yan jî hindik dixwînin. Kitêban yan nakirin, yan jî hindik dikirin.”

Bulut ê ku emrê xwe zêdetir bi kar û barên Kurdî terxan kiriye amaje kir wek maddî tu qazanca wî ji karê dike tune tenê daxwaza wî ew e ku ji kîsa kultira Kurdî tiştekî kêm nebe.

Selahattîn Bulut diyar dike: “Çare ew e; divê du sê mirovên dewlemend û welatperwer werin cem hev heqê kireyê 5-10 salan a medyakitabevî bidin yan jî çedn mirovên dewlemend li Beyogluyê ji bo medyakitabevî cihekî bikirin, bila milk ya wan be û medyakitabevî tê da karê xwe berdewam bike.”

Li Stenbolê derûdora 6 milyon Kurd dijîn û li bajêr tenê 4 yan 5 kitêbxane û weşanxaneyên Kurdî heye. Li aliyekê kêmbûna xwendina Kurdî û li aliyekê jî zehmetiyên maddî barên weşanxaneyên Kurdî qat bi qat zêde dike û ev jî rê li ber girtina kitêbxane û weşanxaneyên Kurdî vedike.