Şer û wêrankariyên PKKê li Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Karkerên Kurdistanê ji dema damezirandina wê di sala 1978an de li Bakurê Kurdistanê û destpêkirina şerê çekdarî di sala 1984an de, di dirêjahiya xebata xwe ya siyasî û şerê xwe ya çekdarî de, vê partiyê nekarî yek bihostê ji xaka Bakurê Kurdistanê rizgar bike. PKKê piştî evqas ji salan, armancên xwe guhartine û niha ne bi serxwebûna Kurdistanê û avakirina dewleteke netewî ya Kurdî re ye, belkû li dijî dewleta netewî ye û kar ji bo têkdana avakirina dewleta Kurdistanê dike.

PKK ji Bakurê Kurdistanê derbasî nava xaka Başûrê Kurdistanê bûye û rojane wêrankarî û xirapkariyê di nava Herêma Kurdistanê de dike û bi sedan gundên Başûrê Kurdistanê ji ber hebûna PKKê vala bûne.

Di vê infografiyê de, bi data û zanyarî behsa şer û wêrankariyên PKKê li Herêma Kurdistanê tê kirin: