Li kevintirîn dêra Ermenan Surp Gragosê piştî 7 salan ayîn destpê kir

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Mezintirîn û kevintirîn Dêra Ermenan a Rojhilata Navîn Surp Gragos ku piştî şerê xendekan ve girtî mabû û nûjenkirina wê dihat kirin, bi lêdana zengila yekem di 7’ê Gulanê de dîsa ji bo ayînan hat vekirin. Rayedarên hikumeta Tirkiyê û pêşengên cemaata Ermenan, li Surp Gragosê jinûve destpê krina ayînan girîng nirandin.

Dêra herî mezin û kevnar a Ermenan li Rojhilata Navîn Surp Gragos li Diyarbekirê bi merasimeke girseyî ji nû ve hat vekirin. Merasîma vekirina Dêra Surp Gragos bi beşdariya Wezîrê Çandî û Geştiyarî yê Tirkiyê Mehmet Nûrî Ersoy, Parêzgarê Diyarbekirê Munîr karaloglû û endam û pêşengên cemaata Ermenan ku ji bajêr û welatên cuda hatibûn birêve çû.

Cîgirê Serokê Weqfa Ermenan ya Diyarbekirê Ohannes Gafûr Ohanyan ragihand, ji ber ku Surp Gragos 7 sal in girtibû, cemaata wan nikaribûne ayîn û cejnên xwe bikin û şanaziya xwe ji bo jinûve vekirinê ragihand.

Gafûr Ohanyan ji K24ê re got: “Bi rastî ez gelek kêfxweş û bextewar im. Ev 7 sal e piştî şerê xendekan ku li nav sûrê rûdabû, dêra me jî hatibû girtin. Cemaata me û Ermenên li Diyarbekirê, me nekarî tu tiştekî bikin. Ne me rojên cejnên xwe pîroz kir, ne sersalên xwe karî pîroz bikin, ne jî me karî ayînên xwe bikin. Loma jî yek ji wan yên ku herî zêde mexdûr bûn jî em in. Loma jî îro vebûyîna vê dêrê ji bo girîng û watedar e û em jî gelek kêfxweş in.”

Wezîrê Çand û Geştiyarî Mehmet Nûrî Ersoy jî bal kişand ku bi piştgiriya Wezareta Seqa Hewildorî û Bajarvenîyê nûjenkirina dêra Surp Gragosê ji bo cemaata Ermenan hatiye kirin û ew jî kêfxweşin ku pêkvejiyana çand, ol û netweyên cuda bi xizmetên wiha sazûman dikin.

Hunermendê Ermen Ûdî Yervant an jî Yervant Bostanci jî jinûve vebûyîna Surp Gragosê bi hêstewarî ravekir û anî ziman ku ciyê şanazîyê ye ku ji hemû cîhanê, ji bo vekirina Surp Giragosê cemaata Ermenan li Diyarbekirê civiya ye.

Hunermend Yervant Bostanci dibêje: “Ez niha pir kêfxweş im. Lê dilê min jî diperite. Em wek 40-50 sal berê dîsa li cem hev in, lê em berê her tim wiha pêkve bûn. Di hemû seranseriya salê de em dihatin û ev der tijî bû. Wiha salê carekî buye çi ye, nebe dê çi bibe. Yanî ez nizanim kêfa xwe bînim, yan jî rûnêm xemgîn bibim û bigirîm. Ez jî nizanim hêstên xwe vebibêjim. Lê weka ku Kurd dibêjin:’Şikur ji xwedê ku me van rojan jî dît.’ ku em bihevre ne û înşelah heta mirinê emê bihevre bin û bihevre bixebitin. Ji viya jî pir kêfxweş im.”

Dêra qedîm Surp Gragos bi pêşengiya pêşeng û keşeyên cemaata Ermenan bi ayîn û dîayan û bi beşdariyeke girseyî hat vekirin û dê êdî di xizmeta cemaata ermenan de be.