Encûmena Serkirdatiya PDKê çend pirsên girîng gotûbêj dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî di civînekê de ye û çend pirsên taybet bi Herêma Kurdistanê, Iraq û herêmê gotûbêj dike.
Peyamnêrê K24ê li Hewlêrê da zanîn, Encûmena Serkirdatiya PDK bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî di civînekê de ye û çend pirsên girîng gotûbêj dike.
Li gor zanyariyên K24ê, Encûmena Serkirdatiya PDKê di civîna îro de pirsa hewlên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, dawî helwest û destpêşxeriyên PDKê ji bo çareserkirina pirsgiran li Iraqê, rewşa navxweyî ya Hweêma Kurdistanê û pêwendiyên bi aliyên siyasî yên Kurdistanî re gotûbêj dike.