Di çarçoveya lêborîna Serokê Sûriyê de 950 girtî hatine berdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya efûya Serokomariya Sûriyê de, hejmara kesên hatin azadkirin, gihîşt 950 kesî û di nav wan da kesên ku mehêm borî ji ber tawanên cînaî hatibûn girtin jî hene.

Roja 30ê Nîsana borî Serokê Sûriyê Beşar Esed, bi fermaneke komarî biryara lêborînê ji bo girtiyên bi tohmeta terorê hatine girtin, derxistibû.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro 8ê Gulanê ragihand, di çarçoveya proseya azadkirina girtiyan de, dezgehên ewlekarî yên rejîmê proseya azadkirina girtiyan berdewam dikin û hejmara kesên hatine azadkirin ji hemû parêzgehên Sûriyê gihîştiye 960 kesan.

Ew girtî di salên borî yên şerê navxweyî yê Sûriyê de bi tohmeta terorê hatibûn girtin.

Li gor Rewangehê, hejmara kesên hatine azadkirin bi berawirdkirina kesên hatine girtin re, gelekî kêm e ku tevî derketina biryara lêborînê ji çend rojan ve, ti amareke fermî derbarê kesên hatine berdan yan kesên dê bêne berdan de nedaye.

Lêborîna îdiakirî hêviyên Sûriyan ji bo hevdîtina bi xizmên xwe re zindî kir, piştî ku hema hema di hesabên wan de hat jibîrkirin, bi taybet piştî aşkerebûna komkujiya li taxa Tedamon a Şamê ya di sala 2013'an de hatibû kirin.

Rewşa girtiyên hatine azadkirin û wêneyên wan ên li ser malperên çalakvanên Sûrî hatine belavkirin, çîrokên xemgîn li ser salên derbasbûyî di zindanên nihênî yên rêjîma Sûriyê de vedibêjin û rûyê wan yê westayî trajediya berdewam nîşan dide.

Li gor amarên Rewangehê, ji destpêka krîza Sûriyê di meha Adara 2011an û heta niha, zêdetir ji 969 hezar kes ji aliyê dezgehên rêjîma Sûriyê ve hatine girtin, di nava wan de zêdetir ji 152 hezaran jin in. Herwiha zêdetir ji 105 hezar girtiyan jî di bin eşkenceyê de hatine kuştin, di nava wan zêdetir ji 41 hezaran jin in.