Tendirustiya Kerkûkê hişyariyê dide

Piştî li Kerkûkê nexweşiya taya xwînberbûn belav bû û haleteke mirinê jî hat ragihandin, rêkarên tund têne cîbicîkirin.

Kerkûk (K24) – Piştî li Kerkûkê nexweşiya taya xwînberbûn belav bû û haleteke mirinê jî hat ragihandin, rêkarên tund têne cîbicîkirin û Rêveberiya Tendirustiya Kerkûkê jî hişyariyê dide welatiyan.

Li Kerkûkê serjêkirina ajalan li ser cadeyan hat qedexekirin, helmeta xerakirina wan hol û cihên ku bi awayekî neyasayî li tax û kolanan ajal tê de têne xwedîkirin, dest pê kir.

Qaymeqamê Kerkûkê yê bi wekalet Felah Yayçilî ji K24ê re ragihand: “Me dest bi xerakirina wan cihên ku li nav bajêr ajal tê de têne xwedikirin, kir. Ev jî weke rêlibergirtina belavbûna vîrusa taya xwînberbûn, ku nexweşiyeke tirsnak e û li Iraqê û bi taybetî li Kerkûkê belav bûye û haleteke mirinê jî hatiye tomarkirin.”

Heta niha li Iraqê 40 kes bi nexweşiya taya xwînberbûnê ketine û du kes jî li Kerkûk û Mûsilê canê xwe ji dest dane. Tendirustiya Kerkûkê hişyariyê dide û ji welatiyan daxwaz dike ku pabendî rênimayan bibin.

Cîgirê Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Kerkûkê Ziyad Xelef ji K24ê re eşkere kir: “Fermangehên tendirustiyê yên Kerkûkê hemû rêkarên tendirustiyê pêk anîne û Nexweşxaneya Şîfa jî ji bo pêketî û gumanên nexweşiyê hatiye terxankirin, herwiha hemû pêwîstiyên tibî jî hatine terxankirin, beriya niha haleteke mirinê li Kerkûkê hat tomarkirin, ji ber vê yekê Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê derbarê nexweşiyê de hişyarî da, çimkî rêjeya mirinê li nexweşxaneyan bilind bûye.”

Taya xwînberbûn bi rêya ajalan derbasî mirovan dibe, %40ê kesên ku bi vê vîrusê dikevin, canê xwe ji dest didin. Di nava 3-7 rojan de nîşaneyên nexweşiyê derdikevin, kesê pê bikeve dikeve tayê û êş di laşê wî de zêde dibe, bi taybetî li pişt û mil, hinek caran zikçûn û reşane ligel wê dibin, di qonaxa dawî de jî xwînberbûn dest pê dike.