Li Hezroya Diyarbekir 53 berx û mî bi brûskê mirar bûn

Diyarbekir (K24) – Li navçeya Hezro ya Diyarbekirê ji ber lêdana brûskê 53 seriyên pez mirin. Piştî barana baraneke xurt li Diyarbekirê, ji Hezroyê agahiya lêdana brûskê li keriyê pez hat.

Li Diyarbekirê baranek xurt barî û pê re jî gelek brûsk vedan.

Diyar kir jî, piştî barana xurt ji navçeya Diyarbekirê Hezroyê agahiya lêdana bruskê ya keriyê pez hat.

Hat zanîn ku danê nîvro brûskê li keriyê pez daye û di encamê de jî 53 pez mirar bûne.

 Agahî ji aliyê Şivanê Keriyê Pez Cemal Akçil ve hatin parvekirin ku wê demê pezê xwe diçêrand.