Kazimî û serokên hozên Şingalê behsa rêkeftina Şingalê dikin

Serokwezîrê Iraqê: Divê rêkeftina Şingalê bê cibicîkirin û tenê hêzên Iraqê li Şingalê bimînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ligel şandeke xelkê qezaya Şingalê civiya û daxwaz kir, rêkeftina Şingalê di zûtirîn dem de bê cibicîkirin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê îro Duşemê di daxuyaniyekê de belav kir, “Serokwezîr Mistefa Kazimî pêşwazî li şandeke xelkê qezaya Şingalê kir ku ji rîsipî û serokên hozan pêk hatibû.”

Li gorî daxuyaniyê, Kazimî guhdariya şirovekirina rewşa ewlekarî û jiyanê ya qezaya Şingalê û zehmetî û kêşeyên ku xelkê wê derê dibînin, kir.

Diyar kir jî, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî, Serokerkanê Artêşa Iraqê û Cîgirê Fermandarê Fermandariya hevbeş di hevdîtinê de amade bûn û Kazimî daxwaz kir, aramî û ewlehiya Şingalê bêne parastin.

Kazimî tekezî li wê kir, pêwîst e jiyana rojane ya xelkê Şingalê were asayîkirin, rê ji bo têkderan neyê dayîn ku aramiya herêmê têk bidin.

Serokwezîrê Iraqê ragihand jî, divê rêkeftina Şingalê bê cibicîkirin û tenê hêzên Iraqê li Şingalê bimînin.

Herwiha Kazimî got, divê di zûtirîn dem de sindoqa avedankirina Şingalê bê dirustkirin û di çarçoveyan yasaya budceya giştî ya Iraqê de, hejmarek kes ji xelkê herêmê di saziyên ewlekariyê de bêne tayînkirin.