Mihemed Hacî Mehmûd ji Wezîrê Petrolê yê Iraqê re: Kurd venagerin xala sifirê

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokart a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd îro Duşemê bersiva daxuyaniyên Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar yên derbarê sektora neft û gaza Herêma Kurdistanê da û diyar kir ku, Kurd dê venegerin xala sifir.
Ev daxuyanî piştî wê yekê tê ku Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar duhî Yekşemê, têkçûna danûstandinên ligel şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên derbarê birêvebirina dosyeya petrolê ragihandibû. Ebdulcebar gotibû, wezareta wî dê biryara Dadgeha Bilind a Federalî ya derbarê birêvebirina dosyeya enerjiyê li Iraqê, wek heye cibicî bike.
Hacî Mehmûd li ser rûpela xwe ya fermî ya “Facebook” nivîsand, ev cure wezîr ji aliyê “aliyekî din ve” tê birêvebirin û ew jê re dibêje ka bike û çi bibêje.
Amaje bi wê yekê jî kir ku daxuyaniyên bi vî rengî yên li ser Herêma Kurdistanê, rejîmên berê tîne bîra wî û ev wezîr bi zimanekî tund gefan li Kurdistanê dixwe.
Herwiha Mihemed Hacî Mehmûd got: “Bexda dixwaze dîsa xwe li ser hesabê Kurdan biceribîne, tevî ku Iraq û serweta wê di bin rihmet û mûşekên dezgehên istixbaratê yên welatan de ye.
Tekez kir jî: “Ne dadgeh, dadgeh e û ne jî biryara wê dê were cîbicîkirin, ji ber ku Kurd venagere asta xala sifirê û divê Kurd gavên zêdetir ji bo garantîkirina mafên xwe bavêjin.”
Mihemed Hacî Mehmûd da zanîn, divê Kurd li ser petrol û gaza Herêmê berdewam bin, divê venekişin û divê bi tundî bersiva her kes û partiyekê bidin, ji ber destûra Iraqê maf dide Kurdan. Herwiha daxwaz ji serokatiya Herêma Kurdistanê, Hikûmet û Parlamentoya Kurdistanê kir ku di vê mijarê de helwesteke zelal nîşan bidin.
Mighemed Hacî Mehmûd tekez kir, divê Kurd di warê petrol û gaza Herêmê de pêşde biçin û xwe venekişin û bi tundî bersiva hemû hewldanên têkbirina wê bidin.
Got jî, ti aliyek nikare dest ji mafên gelê Kurdistanê berde û her gavek di vî warî de xiyanetek li dîroka Kurd û statuya siyasî ye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî diyar kiribû ku dê di dawiya vê hefteyê de bersiva pêşniyarên Wezareta Petrolê ya Federal yên derbarê birêvebirina dosyaya petrolê li Herêmê de bide.