Michel Aoun: Libnan êdî nikare giraniya hebûna koçberên Sûrî hilgire

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Libnanê Michel Aoun tekez dike, “Libnan êdî nikare giraniya hebûna koçberên Sûrî li ser axa xwe hilgire.”

Michel Aoun ji rojnameya “Aljoumhouria” re axivî û got: “Ji bo me zehmet bûye ku em bikarin çûna koçberên Sûriyê bi rêya qeyikên neyasayî ber bi Ewropayê ve kontrol bikin.”

Serokê Lubnanê bal kişand ser wê yekê ku civaka navdewletî beriya ku ev dosya ji kontrolê derkeve, divê berpirsyariya xwe bi cih bîne.

Aoun destnîşan kir: “Li şûna ku alîkariya madî ji koçberan re bê kirin da ku li Lubnanê bimînin, divê li Sûriyê ji wan re bê kirin.”

Tekez kir jî: “Em nikarin li benda çareseriyeke siyasî bo Sûriyê bimînin, dibe ku ew dereng jî bimîne, ji ber wê em pêşniyar dikin vegera koçberan ji bo deverên ewle be.”

Serokê Libnanê amaje bi wê da, daxuyaniyên welatên rojavayî yên dibêjin metirsî li ser vegera koçber hene, ne rast in, ji ber ku nêzîkî 500 hezar ji wan vegeriyan Sûriyê, bêyî ti bûyer yan destdirêjiyek were tomarkirin.

Dosya koçberên Sûrî yên li Lubnanê bûye rojeva wî welatî û berî çend rojan Wezîrê Kar ê Lubnanî Mistefa Bayram ragihandibû, Lubnan êdî nikarin bibe polîs ji bo berjewendiyên welatên din.

Gotinên vî wezîrê ser bi “Hizbullahê” ve di konferanseke rojnamevanî de piştî civîna Encûmena Wezîran a ji bo gotûbêjkirina pirsa penaberên Sûriyê de hatin.

Bayram got: “Dewleta Lubnanê êdî nikare bare koçberan hilgire û dewleta Lubnanê jî nikare xwe nêzîkî vê dosyayê bike.”

Ev yek di demekê de ye, lêkolînên ku ji aliyê Human Rights Watch ve hatine kirin, diyar dikin ku rewşa Sûriyê ji bo vegera penaberan ne ewle ye.

Li gorî Lêkolînerê rêxistina Human Rights Watch li Lubnanê Aya Mejzûb, piştrast kir, koçberên ku ji Lubnan û Urdinê vegeriyane Sûriyê, ji aliyê saziyên ewlekariyê yên rêjîma Sûriyê ve rastî girtin, revandin û kuştinê hatine.