Serokê nû yê Desteya Navçeyên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêmê dest bi kar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê nû yê Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dest bi kar kir.

Îro 10ê Gulana 2022an, di merasîmekê de ku Cîgirê Serokê Encûmena Wezîran Qubad Talebanî, serokê berê yên Desteya Navçeyên Kurdistanî Ebdulhekîm Xesro, Serokê Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran Omêd Sebah û hejmarek ji berpirsên îdarî amade bûn, merasîma destbikarbûna Serokê nû yê Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê birêve çû.

Desteya Giştî ya Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê desteyeke fermî ye û ser bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve ye û erkê wê şopandina pirs û kêşeyên navçeyên sînorê madeya 140 a destûra Iraqê ye.

Pirsa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, cihê girîngîpêdana kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û ji destpêka destbikarbûnê de, ev pirs kiriye mijareke sereke ya guftûgoyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, bi armanca yekalîkirina çarenivîsa wan navçeyan û vegerandina wan ser bi Herêma Kurdistanê ve.

Navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê (ji Xaneqîn û heta Şingalê) ku niha di bin kontrola desthilatdarên Bexdayê de ne, li gor destûra Iraqê pêwîst bû ku çareserkirina wê li ser sê qonaxan ba: Asayîkirina rewşê, serjimêryarî û rapirsî.