Yekem haleta taya xwînberbûnê li Hewlêrê hat tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekem haleta taya xwînberbûnê (hemorrajîk) li Hewlêrê hat tomarkirin û pêketiyê wê ciwanekî 17 salî ye.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed ji K24ê re ragihand, îro yekem haleta xwînberbûnê li Hewlêrê hat tomarkirin û niha ew di bin çavdêriya bijîşkî de ye.

Dr. Dilovan Mihemed diyar kir jî, kesê bi wê taya xwînberbûnê ketiye, ciwanekî 17 salî ye û goştfiroş e.

Ji aliyekî din ve, Wezareta Tenduristiyê ya Îraqî îro ragihand, 55 haletên piştrastkirî yên pêketina bi taya xwînberbpnê hatine tomarkirin û 12 kesan jî canê xwe ji dest dane.