Mesrûr Barzanî pêşwazî û Balyozê Rûsya rewşa Iraq û navçeyê guftûgo dikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Rûsya li Iraqê Elbrus Kutrashev kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 10ê Gulana 2022an pêşwazî li Balyozê Rûsya li Iraqê Elbrus Kutrashev kir.

Di civînê de ku Konsulusê Giştî yê Rûsyeyê yê li Herêma Kurdistanê Olig Levin jî tê de beşdar bû, guftûgo derbarê rewşa Îraq û deverê de hatin kirin.

Di mijareke din ya civînê de, guftûgo derbarê şerê di navbera Ukrayna û Rûsyeyê de û bandorên wî şerî li ser aboriya cîhan û rewşa jiyana welatiyan hatin kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser girîngiya dawîanîn şer û çareserkirina kêşeyan bi rêya diyalog û danûstandinê kir.