Li Diyarbekirê li ser rêya trênê termek hat dîtin

Li navçeya Yenîşehîrê ya navenda Diyarbekirê, îro danê nîvro li ser rêya trênê termê mêrekî ku serê wî ji laşê wî jêbûye hat dîtin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê li ser rêya trênê termekî ku serê wî ji laşê wî jêbûye hat dîtin.

Li taxa Fabrîka ya ser bi navçeya Yenîşehîrê ya navenda Diyarbekirê, îro danê nîvro li ser rêya trênê termê mêrekî ku serê wî ji laşê wî jêbûye hat dîtin.

Tîmên tendirustiyê û polîs gihîştin cihê bûyerê û li ser termê serjêkirî nasnameya welatiyekî bi navê Recep Alak yê 27 salî derket.

Piştî lêkolînên destpêkê, tîmên tendirustiyê ji bo lêkolînê term veguhestin bijîşka dadî, hêzên ewlehiyê jî derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kir.