Nexweşiya Taya Xwînberbûnê çi ye?

Taya Xwînberbûn, nexweşiyek e ku ji ajalan bo mirovan vediguheze, herwiha weke "vîrusa Kongo" jî tê nasîn û %40ê pêketiyên vê nexweşiyê metirsî li ser jiyana wan dirust dibe.

Hewlêr (K24) – Taya Xwînberbûn, nexweşiyek e ku ji ajalan bo mirovan vediguheze, herwiha weke "vîrusa Kongo" jî tê nasîn û %40ê pêketiyên vê nexweşiyê metirsî li ser jiyana wan dirust dibe.

Nexweşiya Taya Xwînberbûn, ji ajaleke biçûk, ku navê wî qijnik (kene) e, vediguheze mirovan, di piraniya haletan de ev nexweşî li ser ajalan dernakeve, lê belê bandorê li ser tendirustiya mirovan dike.

Şêwazên pêketina bi Taya Xwînberbûnê

Yekem: Eger mirov destê xwe li qijnikê (kene) li ser laşê ajalan bide, an jî xwîna qijnik li mirov bikeve, mirov nexweş dikeve.

Duyem: Eger ajalekî pêketiyê Taya Xwînberbûnê bûbe û serê wî were jêkirin û xwîna li mirov bikeve, mirov bi vê nexweşiyê dikeve.

Taya Xwînberbûnê di nav 3 heta 14 rojan de nîşaneyên wê derdikevin, ku nîşaneyên herî girîng ev in:

1- Ketina tayeke bilind

2- Êşa hestiyan

3- Bêtaqetî

4- Hestkirina gêjbûnê

Ji bo çareseriya vê nexweşiyê, divê pişkinîna xwîn were kirin û ji nexweşên din werin cudakirin.

Ji ber ku xwîna pêketiyên Taya Xwîberbûnê kêm dibe, divê demildest ji bo wan xwîn were dabînkirin.