Li Rojhilatê Kurdistanê kolberek bi guleyên pasdarên Îranê birîndar bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Li devera Newsûd ya Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê pasdarên Îranê kolberekî kurd dan ber guleyan û bi giranî birîndar kirin.
Malpera mafên mirovan a Hengaw ragihandiye, îro danê sibê pasdarên Îranê li devera sînorî ya Newsûd li parêzgeha Kirmaşanê, kolberek dan ber guleyan.
Li gorî agahiyan, ew kolberê kurd giran birîndar bû.
Navê wî kolberê ku birîndar bûye, Ferzad Necîbî û xelkê gundê Hanî Germele yê Newsûdê ye.