'DAIŞ bi eşkere derket meydanê'

Piştî têkçûna wan a sala 2017an, çekdarên DAIŞê cara ewil bi awayekî eşkere li bajarê Tedmûrê yê Sûriyê derketin meydanê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî têkçûna wan a sala 2017an, çekdarên DAIŞê cara ewil bi awayekî eşkere li bajarê Tedmûrê yê Sûriyê derketin meydanê.

Çavkaniyên medyayî yên nav bajarê Tedmûrê ragihand, piştî têkçûnê, çekdarên DAIŞê cara ewil li bajarê Tedmûrê yê Sûriyê derketin holê û tirs kete dilê nişteciyên deverê.

Herwiha hatiye diyarkirin ku çekdarên DAIŞê li Tedmûrê dest bi helmeta tolhildana ji wan kesên ku rola wan di kuştina emîrê berê yê rêxistinê Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî de hebû, ku bi rêya bombebarana artêşa Amerîkayê hat kuştin.

Li gor zanyariyên heman çavkaniyê, çekdarên DAIŞê bi du otomobîl û çend motorsiklêtan li nav bajarê Tedmûrê hatine dîtin, ku ala xwe ya reş bilind kirine.

Herwiha hatiye destnîşankirin, di nava çekdarên DAIŞê de milîsên nêzîkîs Îranê yên li Tedmûrê jî hebûne, çavdêrên siyasî vê yekê weke diyardeya herî metirsîdar a li navçeyê dibînin.

Li ser vê mijarê, Rêveberê Bingeha Ewropî bo Lêkolînên li ser Teror û Îstixbaratê Casim Mihemed ragihandiye, derketina DAIŞê bi awayekî eşkere li bajarê Tedmûrê, pêwendiya wê bi geşedanên şerê Ukraynayê ve heye, ku Rûsyayê ji grûp û milîsan daxwaz kiriye ji bo şerkirina li dijî Kîevê, xwe amade bikin.

Casim Mihemed diyar kiriye: “Derketina DAIŞê bi awayekî eşkere, wateya wê yekê ye ku ew hîn hene.” Herwiha gotiye: “Rola wê hevpeymaniya navdewletî ya ku li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê hat pêkanîn û Amerîka serkirdetiya wê dike, niha lawaz e.”

Tedmûr bajarekî dîrokî yê Sûriyê ye û ser bi parêzgeha Himis e, di sala 2015an de DAIŞê ew bajar kontrol kir û ji wê demê ve bûye pêgeha rûbirûbûna wan a li hember artêşa Beşar Esed.