Peyamnêra kenala “Aljazeera” Şîrîn Abû Aqileh hat kuştin

Şîrîn Ebû Aqileh dema li Cînînê romala operasyoneke Îsraîlê li ser pêgehên komên çekdar ên Filistînî dikir, bi guleyekê hat kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê yê Filistînê kuştina peyamnêra kenala “Aljazeera” Şîrîn Abû Aqileh li bajarê Cinînê ragihand.

Wezareta Tendirustiyê yê Filistînê îro di demeke zûtir de di daxuyaniyekê de ragihandibû, rojnamevan û peyamnêra kenala “Aljazeera” Şîrîn Abû Aqileh li bajarê Cinînê bi guleyek artêşa Îsraîlê birîndar bûye û rewşa wê ne cîgir e.

Lê di pişt re wezaretê di daxuyaniyeke din da zanîn ku Şîrîn Abû Aqileh ji ber giraniya birînên xwe, canê xwe ji dest da.

Wezareta Tendirustiyê yê Filistînê amaje bi wê jî da, rojnamevan Elî El-Samûdî jî bi guleya rasterast ji pişta xwe birîndar bûye û rewşa wî cîgir e.

Hêzên Îsraîlî ji bo girtina filistînîyekî êrîşî bajarê Cinînê kir û malek dorpêç kir û ev yek bû sedema derketina pevçûnên çekdarî bi dehan Filistîniyan re.

Artêşa Îsraîlê jî di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan li bajarê Cinînê bersiv dan cihê ku gule dihatin avêtin û got: “Eger heye ku du peyamnêr ji aliyê çekdarên Filistînî ve hatibin birîndarkirin. Niha lêkolîn di wê derbarê de tên kirin.”

Kanala “Aljazeera” a Qeterî ragihand, peyamnêra wê Şîrîn Ebû Aqileh dema li Cinînê romala operasyoneke li pêgehên komên çekdar ên Filistînî dikir, bi guleyekê hat kuştin.